KOMAWê 4ê Nîsanê pîroz kir

Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) bi wesîleya 4ê Nîsanê rojbûna Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da û destnîşan kir ku nêzîkatiya li ser esasê aştî û diyalogê, xwedî wateyeke mezin e.

1 deqe xwendin
KOMAWê 4ê Nîsanê pîroz kir

Di daxuyaniya nivîskî ya KOMAWê de, hate diyarkirin ku rojbûna Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hurmeteke mezin û minetdarî tê pîrozkirin.

KOMAWê destnîşan kir ku nêzîkatiya Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li ser esasê aştî, diyalog û xwişk û biratiya gelan di ronahiya geşedanên heyî de hîn girîntgir bûye û diyar kir ku pêvajoya aştiyê ji bo bidawîbûna êşên gelan û ji bo çareseriyeke mayînde, derfeteke dîrokî ye.

KOMAWê ragihand ku ew piştgiriyê didin vê pêvajoyê û got, fikrên Rêber Apo ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn hêviya aştî, azadî û jiyana hevbeş e.