Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî û bi Jean-Noel Barrot re civiyan
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî li Parîsê bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot re civîn li dar xistin.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ji bo hin nîqaşên dîplomatîk aborî û siyasî pêk bînin çûn Ewropayê. Îlham Ehmed û Mazlûm Edbî di heman çarçoveyê de bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot re civiyan.
Hat zanîn ku dê di civînan de mijarên pêşketinên dawî yên entegrasyonê bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re, mijarên siyasî û dîplomasiyê bên axaftin û geşedanên dawî yên li herêmê diqewimin werin nirxandin.
Xebat dê bidomin
Tê payîn ku Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî dê di çarçoveya hevdîtinê dîplomasiyê de bi rayedarên Holanda û Belçîkayê re hevdîtinan bikin.


