Koma Amed li Mêrdînê konser da
Koma Koma Amed di çarçoveya Şahiyên Biharê yên Artukluyê de li Mêrdînê konser da.

Şaredariya Artukluyê ya Mêrdînê di çarçoveya Şahiyên Biharê de, di roja 3yemîn de li qada fuarê konserek amade kir. Tevî hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê û Artukluyê bi hezaran kes beşdarî konserê bûn. Hevşaredaran di konserê de gel silav kirin. Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş jî axivî û bal kişand ser girîngiya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî û meha gulanê. Bêrîtan Guneş destnîşan kir ku parastin û pêşvebirina zimanê dayikê, bingeha hebûn û çanda gelekî ye. Bi hezaran kes bênavber dirûşmeyên “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Pişt re Koma Amed li Mêrdînê derket ser dikê. Bi hezaran muzîkhezên ku qad tije kirin, bi dîtina komê re bi coşeke mezin û bi yek dengî stran gotin.
Bi taybetî tevlîbûna ciwanan, gerandina govendê û lîlandina dayikan rengê xwe da şevê. Welatiyên ku ji bo dîtina komê ji her derê bajêr herikîn qadê, diyar kirin ku vîna şaredariyan û dengê Koma Amed ruhê biharê li Mêrdînê zindî kiriye. Konser bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.


