Kî gavekê biavêje avaker ew e
Ji bo desthilatdarî jî bi pêş nekeve nehiştin hiyerarşî bi pêş bikeve. Balkêş e, berdevkên zapatayiyan hemû dema diaxivin ser û çavên xwe dinixumîn. Min meraq dikir çima wisa dikin. Min digot dibe ji ber ewlehiyê be. Lê min lêkolîn kir û fêr bûm ku ne ji ber ewlehiyê wisa dikin. Ji bo ku di nav wan de kes dernekeve pêş wisa dikin. Ango ya muhîm daxuyanî û rê bi xwe ye. Lewma divê ti kes nekeve pêşiya ‘rê’.

Vê hefteyê du nivîsan bala min kişand. Yek nivîsa Şînasî Atabey a di Yenî Yaşamê de bû, ya din jî nûçeya Melîse Kaya ya Ajansa Berûyê bû. Atabey behsa avakirina komunan dikir û dipirsî: “Kî dê komunan ava bike?” Melîsa Kaya jî li ser têkoşîna Zapata û di berdewama vê têkoşînê de tiştek çawa hatiye avakirin nivîsiye. Esasê her du nivîsan jî têkoşîn û encam e.
Fermandar Zapata di 1908an de li dijî dîktatorê Meksîkayê Dîaz dest bi têkoşîneke şoreşgerî kir. Di kemînekê de hate kuştin. Lê piştî wî têkoşîn bi navê wî hate domandin. Xwediyê têkoşînê gelên niştecih ên Meksîkayê bûn. Di salên 1980yan de FLN (Hêzên Rizgariya Neteweyî) û EZLN (Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Zapatîsta) ava kirin. Şopînerên fermandar Zapata roj bi roj têkoşîn ji qada şerê fizîkî ber bi avakirina civakeke demokratîk ve kişandin. Zapata jî di destpêkê de xwestibû têkoşînê bi rêbaza demokrasiyê bimeşîne lê dîktator Dîaz ev derfet nedabûyê. Dema têkoşîn lawaz dibe zapatayî dibêjin: “Em ew rê bixwe ne ku ji bo hinek kes ji cihekî biçin cihekî din hatiye çêkirin. Rêya hemû kesî xwedî destpêkek û dawiyekê ye. Lê ne em ne jî rê xwedî destpêk û dawiyekê ye. Ji hemû kesî re her tişt, ji me re ne tiştek. Ji ber ku em bixwe rê ne divê em berdewam bikin.” Bi vî awayî, di 2003yan de, ‘Konseyên Hikûmetên Baş’ (Caracoles-Salyangoz) ava dikin. Pergala xwebixwe birêvebirinê saz dikin. Di 2023an de, rêveberiya xwecihî zêdetir bi pêş dixin, Caracolasan fesh dikin û derbasî pergala ‘Hikûmetên Xweser ên Xwecih’ (GAL) dibin. Civaka zapatayî li rexmî dewletê di nav xwe de li gorî pêdiviyên xwe sazî ava kirin. Li benda dewletê neman.
Ji bo desthilatdarî jî bi pêş nekeve nehiştin hiyerarşî bi pêş bikeve. Balkêş e, berdevkên zapatayiyan hemû dema diaxivin ser û çavên xwe dinixumîn. Min meraq dikir çima wisa dikin. Min digot dibe ji ber ewlehiyê be. Lê min lêkolîn kir û fêr bûm ku ne ji ber ewlehiyê wisa dikin. Ji bo ku di nav wan de kes dernekeve pêş wisa dikin. Ango ya muhîm daxuyanî û rê bi xwe ye. Lewma divê ti kes nekeve pêşiya ‘rê’.
Berovajî nûçeya Melîsa di nivîsa Şînasî de mijarên negatîf ango peywirên li pêş kesê ‘avaker’ hatine gotûbêjkirin. Tevgera Azadiya Kurdî jî di pêncî salên xwe yên dawî de wekî zapatayiyan gelek guhertin û veguhertin pêk anîn. Rêberê Gelê Kurd herî dawî xwest PKK bê fesixkirin û di cihê wê de Yekîtiya Komunan bê avakirin. Birêz Abdullah Ocalan jî wekî Fermandar Zapata ji mecbûrî serî li şerê çekdarî da. Lê piştî pirsgirêka hebûna kurdan ji holê rabû êdî kete nav lêgerînên avakirina civakek demokratîk û azad. Bi Manîfestoya Civaka Demokratîk jî yekser ji paradîgmaya netewe-dewletê veqetiya. Li cihê çîn û saziyên dewletê avakirina komunan esas girt. Lê li vir pirsgirêkek heye. Şînasî dibêje; divê komun bên avakirin lê çima nayên avakirin an jî kî divê komunan ava bike? Helbet divê pirsên ‘komun çi ye û ji bo çi divê bê avakirin’ bên kirin. Di aliyê teorîk de hatiye vegotin. Lê bersiva kî û çawa hêj zelal nebûye. Zelal e ji ber ku Abdullah Ocalan di manîfestoyê de pênaseya kesê pêşeng-avaker kiriye. Peywirên exlaqî, polîtîk û ronakbîrî jî diyar kirine. Pênaseya ‘akademîk kadro’ jî kiriye. Rê û rêbaz jî di pirtûka Civaknasiya Azadiyê de diyar kiriye. Mixabin ji ber ku ev peywir bi cih nehatine Şînasî Atabey careke din bi bîr tîne: “Hê jî bi vegotina ‘kurd hene û mafê wan hatine înkarkirin’ ti tişt nayê îfadekirin. Dema avakirinê demek wisa ye ku bi bersivên kurd dê çawa komûnbûyînê pêk bînin, di qadên aborî, tenduristî, ziman, ekolojî û hwd de xwe bi komûnbûyînê çawa azad bikin, bîreweriya xwe bi pêş bixin, hebandina hundirîn pêk bînin û pratîze bikin.”
Zapatayiyan jî heya demekê ji bo xwe bidin qebûlkirin têkoşiyan û şerê çekdarî kirin. Artêş û hêzên leşkerî ava kirin. Lê di encamê de rêberiya xwecih saz kirin û hêdî hêdî civaka demokratîk ava kirin. Niha Tevgera Azadiya Kurdî jî vekirî dibêje ku ew ê têkoşîna civaka demokratîk bikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Manîfestoya Civaka Demokratîk de diyar dike ku jiyana wekhev, sosyalîzma rasteqînî tenê bi civaka demokratîk pêkan e. Ew jî tiştekî derveyî dewletê ye.
Têkoşîna zapatayî û kurdan dişibin hev. Dîroka destpêka têkoşîn û veguhertina rêbazên têkoşînê jî dişibin hev. Her du jî dixwazin jiyaneke hevpar û wekhev a derveyî dewletê ku xwe dispêre civaka demokratîk ava bikin. Zapatayiyan heya astekê ev pêk anî. Pêvajoyeke wisa li pêşiya kurdan e jî. Cudabûn ew e ku forma dewleta Meksîka û Rojhilata Navîn ne wekî hev e. Kurd ji aliyê dewletan ve pir hatine perçiqandin û talankirin. Lewma rêya xweparastinê jî di dewletbûnê de hatiye dîtin. Kurd bixwe bi hezar salan li derveyî dewletê jiyane û forma jiyana wan jî ya civakî ye. Lê di dused salên dawî de netewe-dewletê rûyê xwe yê xedar û înkarker nîşanî hemû kurdan da. Zext û zora dewletê di gelek aliyan de bîra civakî tune kiriye. Divê ev bîr were zindîkirin.
Şînasî Atabey balê dikişîne ser mijara çima komun nayên avakirin û dibêje hewcedarî bi kadroyê avaker heye. Helbet pirsgirêka zanîna teorîk tune ye. Jiyana komunal ku behsa wê tê kirin, kes li hemberî dernakeve, kes nabêje xerab e lê dibêjin ‘pêk nayê’. Mesele ne nezanîn e, mesele bawerî ye. Ez gelek caran bûme şahid ku dema civak bawer bike dikare her tiştî bike. Di dema seferberiyê de ew ciwanên ku têl çirandin û di ser wan dîwaran re derbasî Rojava bûn mînaka herî şênber e. Ew ciwanên ku vê didin ber çavên xwe çima nikaribin komûnan ava bikin û çima di komunan de naxebitin? Ji ber ku hêj ew bawerî tune ye.
Civak li bendê ye ku dewlet statuya kurdan nas bike û wisa tevbigere. Ev bendewarî jî ji aliyê sazî û dezgehên kurd ve hate avakirin. Her tim mayîna di rewşa ‘xwestekî’ de, afirînerî û baweriyê dikuje. Şînasî Atabey vê wekî ‘parsekiyê’ pênase dike. Protestokirina polîtîkayên dewletê û propagandaya têkoşînê heya astekê hewcedarî ye. Lê heke ev dem dirêj bibe bêbawerî çêdibe û êdî qîmeta gotinê namîne. Di Tewratê de dibêje 'Li destpêkê gotin hebû. Gotin bi xwedê rebû û gotin xwedê bixwe bû'. Zanist jî dibêje ‘destpêkê enerjî hebû piştre veguherî maddeyê’. Niha têkoşîna kurdan heye lê divê teşe bigire. Heke veneguhere şêwazeke domdardê belav bibe. Bêyî ku hevdu sucdar bikin her yek ji aliyê xwe ve gaveke biçûk biavêje û komuneke biçûk ava bike dê çêbibe. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vî warî de balê dikişîne ser stratejiya Bûda. Bûda diyar dike ku meşa herî dirêj jî bi gavekê dest pê dike. Kî wê gavê biavêje yê avaker jî ew e.


