KCK: Gelê Kurd wê Îsmaîl Agaç tu carî ji bîr neke
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê, ji bo welatparêzê Kurd Îsmaîl Agaç peyama sersaxiyê weşand. Îsmaîl Agaç wekî yek ji kevirên bingehîn ên têkoşînê pênase kir.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê, ji bo Îsmaîl Agaç ku di dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê de bi rola xwe ya welatparêziyê tê naskirin û jiyana xwe ji dest daye, daxuyaniyek da. KCKê sersaxî ji malbat, xizm û hemû gelê Kurdistanê re xwest.
‘Mala xwe ji têkoşeran re vekir’
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Agaç li Hîlwanê li dijî zilma axa û began a bi piştgiriya dewletê, sekneke bi rûmet û serhildêr nîşan daye. KCKê diyar kir ku Agaç di demên herî zehmet de deriyên mala xwe ji milîtanên destpêkê yên têkoşînê re vekiriye û wiha got: “Mala wî ji bo Apoyiyan wekî biryargehekê bû. Gava ku zilamên dewletê û axayan êrişî taxa wan kirin, wî bi wêrekiyeke mezin bersiv da û nîşan da ku ew ê li hemberî zilmê serî natewîne.”
Ji ber zextan koçber bû
Di berdewamiya nûçeyê de hate bibîrxistin ku malbata Agaç piştî derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê rastî zext û îşkenceyên giran ên dewletê hatiye û ji ber vê yekê neçar mane koçî derdora Mêrsîn û Edeneyê bikin.
‘Sê zarokên wî şehîd bûn’
KCKê bal kişand ser bedelên ku malbata Agaç dane û destnîşan kir ku Îsmaîl Agaç û hevjîna wî Aynzelxa, sê zarokên xwe di têkoşîna azadiyê de şehîd dane û hîn jî kurek û du neviyên wî di nava têkoşînê de ne.
Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Îsmaîl Agaç tevî hejariya xwe ya madî, di warê manewî de yek ji kesên herî dewlemend bû. Em wî bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê bibin layiqî wî. Çîroka vê malbatê, layiqî roman û sînemayê ye. Rêheval û gelê Kurd, dê wî tu carî ji bîr nekin.”


