KCK: Bi pêşketina pêvajoyê re dê jin bi ser bikevin
Hevserokatiya KCKê diyar kir ku ger Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li gor armanca xwe pêş ve biçe, herî zede dê jin bi ser bikevin û got: "Armanceke girîng a vê 8ê Adarê divê azadkirina Rêber Apo be.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê, bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamek weşand. KCKê di daxuyaniya xwe de got: “Li her devera cîhanê ji destpêka sedsala 20an û vir ve 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê tê pîrozkirin. Îro 8ê Adarê bûye rojeke welê ku têkoşîna azadiyê û piştevaniyê ya hemû jinan gihiştiye lûtkeyê. Em 8ê Adarê roja bilindkirina têkoşînê û piştevaniyê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin. Em hemû jinên ku 8ê Adarê veguherandine roja azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.”
Di berdewamiya daxuyaniya KCKê de ev tişt hat gotin: “Hemû sîstemên mêtingeriyê û zextê bi kujerên kastîk re destpê kirine ku jin kirine kole. Desthilatdariya mêran a li ser jinan bûye destpêka hemû xirabiyan. Zexta li ser jinan qat bi qat zêde bûye, vê yekê mêtingerî û zexta li ser hemû civakê jî zêde kiriye. Modernîteya kapîtalîst jin kirine kralîçeya metayan, vê yekê civak û mirovahî aniye ber bi dawîbûnê.
Piştî ku jin ketin ferqa koletiya kûr û zexta zêde, di têkoşîna azadî û demokrasiyê de gav avêtin û bûn hêzeke civakî. Ketin ferqa koletiya kûr û zexta zêde, vê yekê di jinan de enerjiyeke şoreşgeriyê ya xurt derxist holê. Di her 8ê Adarê de daxwaza jinan a ji bo azadî û demokrasiyê hîn zêdetir pêş dikeve. Di roja me de bûne hêzeke şoreşgeriyê ya kûreyî ku her roj têdikoşe. Êdî nakokiya zayendî, bûye nakokiya civakî ya herî berfireh û kûr.”
‘Jin dê di rola pêşengitiyê de bin’
Di daxuyaniya KCKê de ev xal hatin destnîşankirin: “Rêber Apo di sala 1998an de îdeolojiya rizgariyê ya jinan derxist holê, bi vê yekê re di têkoşîna azadiyê ya jinan de pêşketinek çêbû. Ev bilindbûna di têkoşîna azadiyê ya jinên kurd de demek kurt li hemû cîhanê lez da pêşketina têkoşîna azadiyê ya jinan. Têkoşîna azadiyê ya jinan gihişt bingehekî îdeolojîk-teorîk û veguherî hêzeke xurt. Têkoşîna azadiyê ya jinan bi vê asta îdeolojîk û teorîk her roj wê hîn zêdetir pêş bikeve û teqez wê hemû mirovahiyê bigihîne jiyana azad û demokratîk. Îro hêzên azadiyê yên jinan li hemû cîhanê têkoşîna yekgirtî bilind dikin. Bi Konfederalîzma Demokratîk a Jinan a Cîhanê re bûye pêkhateya herî xurt a têkoşîna komunalîst enternasyonal. Jin wê bi vê enerjiya şoreşgeriyê di pêkhatina sosyalîzma civakî ya demokratîk de bi rola pêşengtiyê rabin.”
KCKê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser texrîbada ku modernîteya kapîtalîst ava kiriye û wiha got: “Jin di van rojên wiha de ku modernîteya kapîtalîst di hemû mirovahiyê de tarîtî ava kiriye, bûye hêviya hemû mirovahiyê. Têkoşîna azadiyê ya jinan hêzeke şoreşgeriyê ye ku wê her cure tarîtiyê ronî bike. Rûyê ronahiyê yê mirovahiyê ye. Di pêvajoyeke welê de ku hêzên muxalîf ên sîstema modernîst a kapîtalîst a desthilatdariya mêr digot min bêdeng û bêbandor kir, têkoşîna azadiyê ya jinan li dijî sîstema desthilatdariya mêr bûye pêşengê têkoşînê.”
KCKê di berdewaniya daxuyaniyê de got: “Me di serhildanên Jin Jiyan Azadî û serhildana keziyên porên jinan de dît ku têkoşîna azadiyê ya jinan çiqasê bi bandor e. Evane demek kurt veguherîn têkoşînên ku hemû jinên cîhanê xwedî lê derketin. Li Şîliyê sala 2019an di protestoya bi dansê ya jinan de jî nava demek kurt li her devera cîhanê xwedî lê hat derketin. Li her devera cîhanê tundiya li hemberî jinan zêde bûye. Sedemê vê ew e ku tirsa sîstema desthilatdariya mêr a li hemberî têkoşîna azadiyê ya jinan, çêdibe. Êrişa li hemberî jinan, helwesta sîstema desthilatdariya mêr a li hemberî têkoşîna azadiyê ya jinan di şexsê kesan de nîşan dide. Lewma ji bo tunekirina zextên li ser jinan, divê li dijî sîstema desthilatdariya mêr têkoşîn were meşandin.”
Şêrê cîhanê yê 3yemîn
KCKê da zanîn ku şerê cîhanê yê 3yemîn diqewime ku navenda wê li Rojhilata Navîn e û got: “Wisa ku şer bi hincetan tê rewakirin û normalîzekirin. Sîstema modernîteya kapîtalîst civakê û xwezayê tune dike. Çavkaniya her cure tundiyê, desthilatdariya li ser jinê û tundiya li hemberî jinê ye. Kok û çavkaniya şer, desthilatdariya mêr e. Her cure zor û tundî ji aliyê zihniyeta desthilatdariya mêr ve tê avakirin. Heya ku desthilatdarî û zexta li ser jinan neyê tunekirin, şer bi dawî nabin. Lewma ji bo bi dawîbûna şer, divê têkoşîna azadiyê ya jinan were pêşxistin. Yên ku şer naxwazin, divê di têkoşîna azadiyê ya jinan de cih bigirin. Ji ber ku çavkaniya şer sîstema desthilatdariya mêr e, jin her tim li dijî şer rabûne û bûne parêzvanên aştiyê. Yek ji asta girîng a bernameya têkoşîna azadiyê ya jinan jî ev e.”
‘Mêrê ku nikaribe di nav têkoşîna jinan de cih bigire ne dikare bibe sosyalist ne jî demokrat’
KCKê der barê pergala ku hişmendiya mêrperest ava kiriye jî wiha got: “Mêr jî koleyên sîstema desthilatdariya mêr in. Yê ku mêran qirêj dike û di mijara exlaq û wijdanê de dike pirsgirêk, sîstema desthilatdariya mêr e. Lewma ji bo hemû mêr xwe ji qirêjê paqij bikin û ji koletiyê rizgar bikin, divê di xwe de guhertina zihniyetê çêbikin û di têkoşîna azadiyê ya jinan de cih bigirin. Heta ku di têkoşîna azadiyê ya jinan de cih negirin, ne dibin sosyalîst ne jî dibin demokrat. Ji bo bi serxistina têkoşîna azadiyê ya gelê kurd, divê têkoşîna azadiyê ya jinê were pêşxistin, ev yek pir girîng e. Ji ber ku daxwaza azadiyê û zanebûna demokrasiyê bi xeta azadiyê ya jinan kûr dibe. Ev jî wê têkoşîna azadî û demokrasiyê ji her alî ve xurt bike û bigihîne serketinê.”
KCKê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di têkoşînan jinan de û got: “Rêber Apo kedeke bêhempa di ber têkoşîna azadiya jinê de da û di têkoşîna li dijî pergala serdest a mêr de jî rolek girîng lîst. Li ser vê bingehê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku dê têkoşîna azadiya jinê xurtir bike, da destpêkirin. Armanc ji civaka aştî û demokratîk ew e ku li Kurdistan, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn jiyaneke azad û demokratîk avakirine. Têkoşîna Aştî û Civaka Demokratîk ji nêz ve jinan eleqedar dike. Dema ev pêvajo mîna ku hatî armanckirin bi pêş ve biçe, gelê me, tevahiya gelan û bi taybetî jî jin dê bi ser bikev in. Ji ber vê yekê divê jin pêşengiya têkoşîna aştî û civaka demokratîk ku ji hêla kedkarê têkoşîna azadiya jinê ve hatî dest pê kirin, bikin.”
KCKê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêş bikeve divê Rêber Apo bikaribe bi rengekî azad bijî û bixebite. Li ser vê bingehê divê jin ji bo azadiya Rêber Apo pêşengiya têkoşînê bikin. Yek ji armancên herî girîng a 8ê Adarê divê azadiya Rêber Apo be. Azadiya Rêber Apo wê bibe wesîleya pêvajoyeke nû ku têkoşîna azadiya jinan ne tenê li Rojhilata Navîn li seranserê cîhanê bide destpêkirin. Em bawer dikin ku 8ê Adara îsal dê azadiya Rêber Apo hê nêzîktir bike. Li ser vê bingehê em 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikin û bi coş têkoşîna jinan a ji bo azadkirina hemû mirovahiyê silav dikin…”


