Kaniya Pîrexayê dîsa diherike!

Kaniya Pîrexayê ku dîroka wê vedigere beriya 900 salan mîna dayikekê di hemû fermanan de civaka êzidî ji qirkirinê parastiye. Ev kaniya pîroz a ku par ziwa bûbû û dilê Şengalê êşandibû, îsal bi hatina biharê û Çarşema Serê Nîsanê re careke din diherike û bûye mizginiya herî şêrîn a bihara Şengalê.

1 deqe xwendin
Kaniya Pîrexayê dîsa diherike!

Di kûrahiya Geliyê Kersê de, li cihê ku lûtkeyên Çiyayê Şengalê mîna kelehan li dora hev kom bûne, xezîneyeke pîroz a civaka êzidî heye ku jê re dibêjin Kaniya Pîrexayê. Ev kanî ne tenê çavkaniyeke avê ye lê belê dilê dîrokê ye ku li nava Geliyê Hisênok, Warê Ebrez, Kelehoşka Kolika, Warê Xidirê, Simê Hêstir, Berdehalê û Milkê Feqîra lê dide. Di nava sedsalan de qet êzidiyek li Şengalê nemaye ku rêya wî/wê neketibe vî geliyê asê û qurtek ji vê ava sar û zelal venexwaribe.

Kaniya Pîrexayê di dîroka êzidayetiyê de mîna dayikekê ye, çawa ku dayik bi şîrê xwe zarokên xwe xwedî dike, vê kaniyê jî di rojên herî reş û di demên fermanan de bi ava xwe ya pîroz civaka êzidî ji tîbûn û tinebûnê parastiye. Ji ber ku gelî pir asê û dijware, dijmin ti carî nekariye xwe bigihînin ser kaniyê. Lewma gel her tim xwe spartiyê û bi saya wê li ber xwe daye.

Dîroka kaniyê vedigere 900 salan

Dîroka vê kaniyê vedigere beriya 900 salan, dema ku Şêx Adî berê xwe dabû Laleşa Nûranî. Berî ku Laliş were avakirin Şêx Adî çend rojan di nava vî gelî de maye. Di wê demê de navê vê kaniyê Kaniya Gulavê bû lê Şêx Adî bi hatina xwe navê wê guhart û kir Kaniya Pîrexayê. Ji wê rojê û vir ve ev av ji bin quba Şêx Adî derdikeve û di nava gel de xwedî rêz û pîroziyeke mezin e. Hêza vê kaniyê ya manewî û fîzîkî di fermana 3yê Tebaxê de careke din xwe nîşan da. Dema bi hezaran êzidî ji ber qirkirinê reviyan çiyê, wan bi mehan jiyana xwe li ser vê avê domandin heta ku rê li ber wan hat vekirin û vegeriyan ser warên xwe.

Xum xuma ava Pîrexayê careke din di gelî de olan dide

Di nava van 900 salên borî de tê gotin ku ev kanî tenê carekê ziwa bûye, ew jî par di sala 2025an de bû. Ziwabûna kaniyê ji bo civaka êzidî ne tenê bûyereke xwezayî, lê belê nîşana xemgîniyekê û agahiyek pir nexweş bû ku dilê her kesî êşand. Lê belê îsal bi hatina biharê re, dema ku Çiyayê Şengalê xwe bi rengên herî bedew xemiland û civak amadehiya Çarşema Serê Nîsanê dike, dengê xum xuma ava Pîrexayê careke din di gelî de olan da. Ev vegera avê bû mizginiya herî şêrîn a biharê. Îro careke din ava zelal diherike û Kaniya Pîrexayê ne tenê sembola baweriyê ye, di heman demê de çavkaniya jiyanê ye ku bi sedan malbat li ser vê avê karê çandiniyê dikin û debara xwe pê dikin.

2.jpg

Çavkanî: ROJNEWS