Kanên komirê yên endamê AKPê Suleyman Bolunmez, Çemê Nêrdûşê qirêj dike.

Kanên Komirê yên Suleyman Bolunmez ku endamê AKPê ye, çemê Nêrdûnê qirêj dike û zerarê dide xwezayê.

1 deqe xwendin
Kanên komirê yên endamê AKPê Suleyman Bolunmez, Çemê Nêrdûşê qirêj dike.

 

 Çemê Nêrdûşê ku ji quntarên Çiyayê Cûdî yê Şirnexê diherike û ava vexwarinê dide dehan gundan, ji gundên girêdayî Şirnexê dest pê dike û heta navçeya Silopiyayê diherike. Lê, ava qirêj a ji kanên komirê yên li quntarên Çiyayê Cûdî, diherike nava Çemê Nêrdûşê û ava çem qirêj kiriye. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya (MA), Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ku li dijî qirêjiya ji ber kanên komirê tedbîr negirtiye, vekirina kanên nû jî erê dike. Kanên komirê yên ku ji hêla Suleyman Bolunmezê AKPî ve tên birêvebirin, bêyî ku rapora Nirxandina Bandora Jîngehê (ÇED) hebe, destûrnameyên xebitandinê wergirtine, tevî hemû serlêdanan jî Çemê Nêrdûşê qirêj dikin.

Yek ji deverên ku çem wekî komirê diherike gundên Şax û Hebler in ku ji salên 1990î vir ve qedexe ne. Derket holê ku herêmeke mezin ku gundên Şax û Hebler ên li Çiyayê Cûdî jî di nav de ne, ji bo 49 salan ji Wezareta Parastinê re hatiye kirêkirin. Gundî ku tenê bi destûra qereqol an walîtiyê dikarin serdana gundên xwe bikin, nikarin di baxçe an zeviyên xwe de tiştekî hilberînin. Midûriyeta Herêmî ya 10'emîn a Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) dixwaze li çemê ku wekî komirê diherike bendavekê çêbike. Di çarçoveya vê projeyê de, gundên ku 15 kîlometre dûrî Cîzîrê ne û ji ber "ewlehiyê" 32 sal in qedexe ne, dê bi piranî di bin avê de bimînin. Proje tenê bi çêkirina bendavê ve sînordar nabe; ew santrala hîdroelektrîkê (HES), avdanî, kanên materyalan, tesîsa hêrandinê û santralên betonê jî dihewîne. Piştî ku bendav bê çêkirin, dê gundê Şax ku ji aliyê Wezareta Tûrîzmê ve wekî herêmeke parastî ya pileya yekem hatiye îlankirin û heft keleh lê hene, di bin avê de bimînin.