Jiyanek nû, komunek jinan: JINWAR
Jinên ku bi têkoşîna xwe, bi şerê xwe, bi çeka xwe ya li hemberî êrişên xêrnexwazên azadiya gelan û jinan li ber xwe dan, li Jinwarê jiyaneke mimkûn a li derdora jinan ava kirin. Jê zêdetir jinan komuna xwe ava kir ku ew li ser jiyana xwe biryarê werdigirin.

Bêrîvan Înatçî
Şoreşa Rojava ya di 19ê Tîrmeha 2012an de deng veda, ne tenê şoreşa gelekî ye. Şoreşa jinan e ku li seranserî dîrokê hebûna wan ji aliyê mêr ve tune hatiye hesibandin, çîrokên wan, qêrînên wan di bin rûpelên reş de hatine veşartin. Rojava herî zêde jî ji bo jinan bû cihê henaseyê. Pergala hat avakirin û berdêlên pir mezin di oxira wê de hat dayîn ne tenê ji bo rizgarkirina axê bû. Şoreş bû cihê ku jin li erdnîgariyek mîna Rojhilata Navîn bigihin lûtkeyê. Em binihêrin ku jinan di nav 15 salan de çi bi destxistine.
Ne dûrî civakê ye, civak bixwe ye
Girîngtirîn destkeftiya jinan di nav pergala demokratîk a ji komun û meclisan heta jorê hildikişe, sazkirina pergala hevserokatiyê ye. Baş e hevserokatî çima girîng e? Ji roja ku porê jinan weke guneh hatiye hesibandin û tim bi tepisandinê re rû bi rû maye heta roja me ya îro, ji roja ku mirov ji xwezayê hatiye qutkirin û heta niha serweriya mêr li ser mirov, jin û xwezayê tê ferzkirin. Li hemberî cihêrengiya xweza û gerdûnê ferzkirinek mîna serweriya mêr…
Wiha lê bûye ku yê li ser welatekî diaxive dibe mêr, yê li ser zayîna ku bi bedena jinan pêk tê mafê axaftinê di xwe de dibîne dîsa dibe mêr. Li hemberî vê pergala ku bi hezaran salan dimeşe û bandora wê heta nav malbatê diteyise, jin bi hevserokatiyê bûn xwedî gotin. Lê belê ne tenê ji bo xwe, ji bo tevahî civakê, ji bo tevahî nasname û baweriyan. Niha em berê xwe bidin Rojava û lê binihêrin. Taxekê bifikrin, di nav de kurd jî hene, ereb jî, suryan, asûrî û ermen jî. Jixwe weke xwezayîbûna civakbûnê di nav xwe de di nav yekîtiyekê de ne. Lê ev yekbûnê bi komunan dikin nav pergalekê. Rehendên xwe saz dikin. Mîna tendirustî, perwerde, aborî... Hevserokên xwe hildibijêrin. Ji bo rehendan jî heman tişt derbasdar e, ango ji bo rehendên xwe jî hevserokan hildibijêrin. Bi hev re pirsgirêkên xwe nîqaş dikin, çareseriyan datînin. Hevjiyana azad li ser bingeha wekheviya zayendî ava dikin. Bê ku dewlet têkil bibe, an jî bê ku desthilatiyek di nav de bê avakirin hebûn tê parastin û mayinde dibe. Vayê, modernîteya demokratîk wiha ava dibe. Ji dendikê ango ji komunê xwe ava dike. Welatek bifikirin ku hemû taxên wê bi heman awayî pirsgirêkên xwe çareser dikin. Wê demê çi pêwîstî dê bi hebûnekê li jora civakê dimîne, ango ne di nav civakê de ye, nikare xwe bigihîne ruhê civakê, hebe?
Gundê jinan
Rojava tevî kêm û kurtiyên xwe ev bi ser xist. Beriya her tiştî ji dinyayê re nîşan da ku pergalek, xeyalek mimkûn e ku civak dikare bi hevjiyana azad a di navbera jin û mêr de, civak û xwezayê de ava bike. Bi qadên ku jin bi pêşengiya xwe avakirin jî ji bo hemû jinên cîhanê bûn zemîneke bê ku bikevin nav netewperestiya ku mêr-dewletê gur dike, dikarin tenê weke jin bibin neteweyek. Jinwar nimûneya vê ya herî bingehîn e. Jinên ku bi têkoşîna xwe, bi şerê xwe, bi çeka xwe ya li hemberî êrişên DAIŞê, dewleta tirk, rejîma Baasê, HTŞê û xêrnexwazên azadiya gelan û jinan li ber xwe dan, li Jinwarê jiyaneke mimkûn a li derdora jinan ava kirin. Jê zêdetir jinan komuna xwe ava kir ku ew li ser jiyana xwe biryarê werdigirin. Bê ku em bikevin nav têgînên ku li jor dimîne em bi kurtasî qala pergal û jiyana li Jinwarê bikin û ji wir hewl bidin fêm bikin, ka bi rastî jî çima bû projeya hêviyê?
KUTU:
Gundê Jinwarê di pêvajoya avakirinê de rastî astengiyên mêran hat. Gelek kesan got çi hewce ye, dê ev ji bo çi be?
Jiyana komunal bi destê jinan tê honandin
Bingeha gundê Jinwarê ya ku weke projeyek bi pêşengiya Jineolojiyê û tevgerên jinan di 10ê adara 2017an de hat avêtin, di 25ê mijdara 2018an de, ango di roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de hat vekirin. Li gundê jinan 31 malên bi kerpîç, Navenda Tendirustiyê ya Şîfa Jin, dikanek, nanpêjxaneyek, akademiyek, dibistana ji bo zarokan, ji bo zarokan qada lîstinê, mala zarokan, mala ciwanan, cihê xwedîkirina ajalan, mitbexeke hevpar heye. Her wiha erdê ku jin bi hev re diçînin û ji berhemên axê sûdê werdigirin heye ku em ê yek bi yek qala van hemûyan bikin. Gund di pêvajoya avakirinê de rastî astengiyên mêran hat. Gelek kesan goti çi hewce ye, dê ev ji bo çi be? Lê belê sal bi sal bi jiyana ku li gund hat avakirin, jiyana komunal a bi destê jinan hat honandin, pirsa gelo tenê pêwîstiyek bû an jî bû navendek ku jinan bîne ba hevdu, fikrandina komunal ava bike û ji bo jinan bibe cihê biewle ku bikaribin lê bijîn jî bersivand.
Kutu
13 mal, 13 çîrokên cuda di nav xwe de dihewîne. Ev çîrok beşdarî jiyana komunal a li gund dibin.
13 mal, 13 çîrok
Li gund niha 13 jin hene. Ne tenê jinên kurd, jinên elewî yên ji komkujiyên HTŞê yên li peravê xwe xilas kirine, jinên ereb û jinên êzidî jî hene. Hinek ji van jinan him di nav malbata xwe de him jî ji aliyê mêrên ku pê re zewicîne rastî tundiyê hatine. Hin ji wan di destê DAIŞê de mane û xwe gihandine gund. Her yek ji wan xwedî çîrokek e. 13 mal, 13 çîrokên cuda di nav xwe de dihewîne. Ev çîrok beşdarî jiyana komunal a li gund dibin.
Jin li Şîfajinê bi dermanên xwezayî re eleqedar dibin, pirsgirêkên tendirustiyê yên jinan çareser dikin. Li nanpêjxaneya hevpar hefteyê rojekê bi awayekî komî derdikevin û pêdiviya nanê gund pêk tînin. Li dibistanê zarok perwerdeyê dibînin. Ji bo jinan jî hem perwerdeya fêrbûna ziman heye, hem jî di beşa akademiyê de li ser Jineolojî, etîk-estetîk û xwebûnê perwerdeyan dibînin û nîqaşan dikin. Niha li gund 5 ciwan hene ku ew jî di mala ciwanan de hem perwerdeya teknîkê dibînin û hem jî karê destan çêdikin û pê debarê dikin. Zarok li mala zarokan jî perwerdeyê dibînin û bi wan re bi taybetî eleqedarî heye. Her malek hem li ber mala xwe li dar û gulên hatine çandin dinihêrin hem jî li erdê çandiniyê bi hev re çandiniyê dikin. Ji berhemên demsalî yên tên çandin û her malbateke têra xwe werdigire. Mirov mînaka pêkanîna aboriya komunal jî bi aşkereyî li gund dibîne. Ajalên li gund ên mîna pez, mirîşk û hwd. bi keda kolektîf a jinan tên xwedîkirin. Ji berhemên van ajalan jî jin bi awayekî komunal sûdê werdigirin. Bi gotineke din mastê tê çêkirin ji bo hemû jinan e, hêkên heyî yên hemû jinan in. Pêwîstiyên din jî jin bi dikana ku li gund vekirine û dahata ku ji wir tê, an jî bi dahata ku ji erdê çandine werdigirin çareser dikin. Mijareke din a girîng jî li gundê jinan parastin e. Jinên ku li gund dijîn ewlekariya xwe bixwe digirin. Jin bi pergala xwe ya jiyana komunal, bi civînên ku lidardixin pergala jiyana xwe jî diparêzin.
Gundê jinan Jinwar nimûneyek girîng a jiyana komunal e. Li gund mirov vê yekê dibîne ku jin bê hebûna serweriya mêr, ango bêdewlet jî dikarin pergala xwe ya jiyanê ava bikin. Qadek e ku ew lê xwediyê axaftinê ne, ew dihonin û ew ji berhemên wê jiyanê sûdê werdigirin. Car din mînaka Jinwarê ku weke projeyekê dest pê kir û hem bû stargeha jinan û hem jî bû qada jiyanê ji bo jinan, nîşan da ku cîhanek din ji bo jinan mimkûn e. Çima li hemû deverên Kurdistanê Jinwarên nû nebin? Çima cîhan bi Jinwarên nû bedew nebe?


