Di helbestê de Şêx, di helwestê de Xocê Xizir

Bi vegotin û giraniya xwe jî tîr bû. Ji ber vê tîrbûna xwe bêyî ku ji kesekî, tiştekî, komekê û hêzekê destûrê werbigire; hemû kesan bi yekdengî li hev kir ku Ehmed Huseynî  Şêxê helbestê ye.

1 deqe xwendin
Di helbestê de Şêx, di helwestê de Xocê Xizir

Ehmed Huseynî ku jiyan ji bo wî ‘pêkenîna dijwar’ , digot min hewl da ku di helbesta xwe de rehên êşê biteqînim û ji xwe dipirsî ez ê çawa kêlîka reviyayî ya pêşerojê, kêlîka ku ji milyon salan û vir ve her û her di esmanê azadiya wendayî ya giyanê de kurdî de xwe li ba dike, zeft bikim. Dema digot helbestê ji bilî şikestinan û şewatê, ti kêfxweşî heta niha nedaye min, wî hewara xwe digihand Arthûr Rîmbaûd ê ku gotibû ‘ez di êşê de distrêm’.

Wî di sala 2006an de di hevpeyvîna kovara Wyê de gotibû ‘Em neviyên têkçûnên pir mezin in û bal dibir ser dagirkerî, êriş, talan, sirgûnbûn, şewat, bobelat û fermanên li ser gelê kurd. Ew di her bêhnstandinê de pê dihesiya ku hestiyê hestên kurdî hatine şikandin, defa sînga kurdî hatiye çirandin, kurdbûna ku pêşengî ji dîrokê re kiribû di nav dest û pêyan de hatiye virvirandin.

Di mîtolojiyê de tê gotin Zeûs ji bo ku mirovan ji taqet bixîne, wan jar û reben û şerpeze bike; agir qedexe kiribû. Lê Prometheûs serî li hemberî Xwedayan hilda, ew agirê ku sembola zanîn, pêşketin û xweparastinê bû dizî û li mirovan belav kir. Di sala 1960î de dema rejîma Baasê agir bi sînemaya Amûdê xist, Ehmed Huseynî zarokekî 5-6 salî bû. Lê wî pizoteke ji wî agirî wergirt; ew pizot ji helbesta xwe re kir hayevn, ji ber serê xwe re kir balîf, ji dahatû û rabirdûya gelê kurd re kir meşale ku di bin qetranê de hatibû hiştin. Rejîma Baasa dagirker dema ku sînemaya Amûdê şewitandibû, xwestibû ev agir di nav dîwarên sînemayê de bimîne, ev agir ji bo kesên din nebe çek; nebe haveynê tolhildan û berxwedanê. Lê Ehmed Huseynî ji wî agirî pizotek ‘dizî’, ji wî agirî girikên ji agir ên peyv û gotinê çêkir, li tenûra devê xwe xist, ji bo geşkirina ruhê kurmanciya birçî hatibû hiştin kir nan û belav kir. Ji ber ku wî jî ji xwedakokên zilimkar agir dizî û bi wî agirî helbestên wekî fîşekan nivîsîn, ew jî Prometheûsekî hemdem e. Wî agirê Sînemaya Amûdê wekî niviştekê di stûyê xwe de gerand. Wî agirê ku ji ber stûxwariya kurdan çêbûbû kir serbilindiya helbest û helwesta kurdî.

Ku dengbêjî, çîrokbêjî û çanda kurdî ya devkî vîtêsa yekemîn; helbesta kurdî ya klasîk vîtêsa duyemîn, helbesta kurdî ya modern vîtêsa sêyemîn be; Ehmed Huseynî di helbesta kurdî ya modern de bi tena serê xwe vîtêsa çaremîn e. Helbesta wî her dem tîr bû. Bi vegotin û giraniya xwe jî tîr bû; ji bo ku bigihîje armanc û hedefa xwe jî tîr bû. Ji ber vê tîrbûna xwe bêyî ku ji kesekî, tiştekî, komekê û hêzekê destûrê werbigire; hemû kesan bi yekdengî li hev kir ku ew Şêxê helbestê ye. Wî elamet û qiyametên xwe bi destê xwe ava kirin; ji her peyveke mirî û nîvkuştî ya di aso û hişê kurdî de govendek ava kir; ew peyvên govendger bûn mirîdên wî û ew jî bû şêxê helbestê. 

Wî ti carê qîma xwe bi şêxbûna helbestê neanî û bû Xocê Xizir ê helwestê. Li ku berxwedaneke kurdî pêk hat ew bû şirîkê wê berxwedanê, li ku êrişî nirxekî kurdbûnê hat kirin wî bi peyvên xwe ajot ser qamçiyên êrişkaran. Ligel ku helbesta wî di tarîtiya dojehî de çirûskek bû, helwesta jî di tariya asîmanî de birûskek bû. Ji bircên Amedê heta zindana Qoserê, ji Qamişloka xwînê heta pêla avên Îmraliyê, ji Serê Kaniya Xezalan heta Efrîna zeytûnan û Şengala fermanan ew bû nobedarê rûmeta kurdbûnê. 

Dema ku Zekiye Alkan li ser bircên Amedê bi bedena xwe Newroz pîroz kir, Ehmed Huseynî bi helbesta xwe ya bi navê Zerdeştê Biharê de got ‘…û welat di reşika çavê Diyarbekirê de, gelawêj bû / te berê xwe dayê / Pinpinîk e, bi hêsrên Kurdistanê bi destnimêj bû’. Wî agirê êşa Sînemaya Amûdê û agirê çalakiya Zekiye Alkan kir gulokeke ji agir a ku ji devê ejderhayên helbestê derdikeve.

Di sala 2002yan de dema ku li Qoserê nivîskarên kurd ji ber ku dersa kurdî didan hatin girtin, Ehmed Huseynî helbest-îmzeya xwe kiribû birûsk û ji Qoserê re şandibû. Vê helbest û helwesta wî ji bo serbilindiya gotina kurdî, silavdayîneke Xocê Xizirî bû. Wî dizanî bayê çanda berxwedanê yê li Bakur dest pê kiribû; wê agirê gotin û berxwedana ji bo kurdî geştir bike. 

Di 12ê Adara 2004an de dema ku li Qamişloyê di maçeke fitbolê de li dijî tîma kurd û alîgirên wê komkujiyeke çêbû, Ehmed Huseynî dîsa gotina xwe kir gogeke ji agir û digot ‘Em kîjanê dilî ji dilên vê buharê / li ber lingên te yên hevrêşmînî raxînin / em ê kîjan gulê bi destê we din / ta hûn pê li wan xin/ em ê kîjan sirûdê ji bo jiyanê hilbijêrînin’. Şikandina rûmet û hebûna kurdî deyne aliyekî, wî tehemul nedikir ku dilê kurdekî/ê jî bişikê. Dema ku bişikesta jî, wî bi helbestên xwe gulokên agirîn û peyvên bizotî direşandin. 

Di sala 2008-2009an de dema ku li çiyayên Kurdistanê û li ser Rêberê Gelan rêzdar Abdullah Ocalan êrişên giran çêdibûn; ew ji gotina xwe nedima û digot ‘Kî ji we dizane mirov çawan dikare laşê xwe ji bageran, çavên xwe ji xewrevînê, destên xwe ji kuştinê, welatê xwe ji mirinê û dilê xwe ji hezkirina hechecîkan, biparêze? / Ocalanos ji helbestan, ji kêlên dîrokê, ji darbesta gulan û ji dengbêjên mirinê dipirsî! Min jî bersiva wî bi hêrs dida: De bila hemî peyv û hemî helbest bi qurbana pêl-ava te bin Ocalanos!. Ji ber ku wî baş dizanî rêzdar Ocalan romaneke wisa ava kiriye ku dawî lê nayê; ji ber vê jî hemû peyv û helbest dikarin bibin dengê pêlên ava wî. 

Dema li ser Şengala ku nûra eniya kurdbûnê ye ferman rabû, Ehmed Huseynî ji bo parastina asoya cewhera kurdî, ji bo parastina kirasê ruhê kurdayetiyê, ji bo yekîtî û yekrêziya gelê kurd digot ‘Destekî xwe ji Mehabadê re bişîne / Bila di sînga Çarçirayê de / Gula sor a şehîdan biçîne / Destekî xwe ji Hewlêrê re bişîne / Bila Xanoyê lepzêrîn sirûdên Kela Dimdimê / Li meydanên azadiyê vejêne / û baskên xwe Ji Birc û Kelehên Amedê re bişîne/ Bila li deriyê çiyê / şêxê Pîranê / Bi destê pêxemberekî bigire û bagera Zagrosan bi gopalê xwe rawestîne’. Wî fermana li ser Şengalê wekî şûrê li ser zengelorka xwe didît û hewara xwe dişand ji hemû Kurdistanê re. 

Tîrên di kevana wî de û fîşekên di şarjora çeka Ehmed Huseynî de wekî tîpa ‘v’ya duserî bûn. Seriyek helbest bû ya din helwest; her duyan bi hev re bedena êrişkar û talankeran dikir serad.