Jinên Hîndîstanî mala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ziyaret kirin
Nûnerên saziyên jinan ên ku ji Hîndîstanê hatin, çûn Amarayê û mala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Amarayê ziyaret kirin.

Şandeya ku ji nûnerên saziyên jinan ên Hîndîstanê pêk dihat, ji bo bernameya Newrozê hatin Amedê. Şandeya jinan piştî Newroza Amedê, çûm gundê Amara yê Rihayê û mala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ziyaret kirin. Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî tevli hevdîtinê bûn. Heyet ji aliyê Mehmet Ocalan, Alî Ocalan, hevşaredara Xelfetiyê ya qeyûm tayînê şûna wê bibû Saniye Bayram û Mehmet Karayilan, rêxistina DEM Partî ya Xelfetiyê û gelek welatiyan ve hat pêşwazîkirin.
Mehmet Ocalan û Alî Ocalan der barê hevdîtina dawî ya bi Abdullah Ocalan re agahî dan û jinên Hîndîstanê jî xebatên der barê paradîgma Abdullah Ocalan dimeşîninde parve kir.


