Jinan xwestin kujerên Gulistan bên darizandin
Platforma Jinan a Dêrsîmê, der barê kesên têkildarî windakirina Gulîstan Doku de hatine binçavkirin, daxuyanî dan û xwestin berpirsiyarê windakirina Gulistan Dokû bên darizandin û cezakirin.

Platforma Jinan a Dêrsimê têkildarî kesên girêdayî windakirina Gulistan Doku hatin binçavkirin, daxuyanî dan û xwestin bên darizandin û cezakirin. Jin li Kolana Hunerê kom bûn û li Qada Seyîd Riza çalakî pêk anîn. Jinan pankarta ‘Em dest jê bernadin. Gulîstan Doku li ku derê ye?’ û pankarta ku wêneyê Gulîstan Doku li ser bû vekirin û dirûşmeyên ‘Ne edaleta mêr edaleta rast’, ‘Ji bo Gulîstan Doku edalet’, ‘qetilkirinên jinan polîtîkin’ berzkirin.
Gotinên Tuncay Sonel hat bibîrxistin
Ligel malbata Gulîstan Doku gelek jin tevli meşê bûn û piştî meşê li qadê daxuyanî dan. Li ser navê platformê Nurşat Yeşîl axivî û da zanîn ku ew 6 sal in ji bo Gulîstan Doku têdikoşin û wiha got: “Divê gumanbar bi bandor bên darizandin û aqûbeta Gulîstanê di tarîtiyê de nemîne. Waltiyê demî Tuncay Sonel bi zimanekî teqez got Gulîstanê întîxarkiriye û wê bedena wê bibînin û bidin malbatê. Em dizanin ku yên hevkarên sûcin hatine parastin, veşartin. Yên delîl reşkirin û pêşî li pêvajoya lêpirsîna bi bandor girtin, yên bûn sedema derengmayîna edaletê kîne? Em ê ji bo ku sûcdar bên cezakirin têkoşîna xwe bidomînin.”
Daxuyanî bi dirûşmeya jin jiyan azadî bidawî bû.


