Li Afganistanê 30 jin hatine binçavkirin

Rayedarên Talîbanê ragihandin ku heta niha li Heratê zêdetirî 19 jin ji ber ‘qûralên hîcabê pêkneanîne’ hatine binçavkirin û ev pêkanîn dê bidome. Lê li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî jî 30 jin hatine binçavkirin.

1 deqe xwendin
Li Afganistanê 30 jin hatine binçavkirin

Li Afganistanê her roj jin bi hinceta ‘quralên hîcabê pêk neanîne’ ji hêla hêzên Talîbanê ve têne binçavkirin û rastî zextan tên.

Serokê Ewlehiya Daîreya Polîsan a Heratê ya Talîban, Necîbullah Elî ragihand ku heta niha zêdetirî 19 jin ji aliyê yekîneyên fermankirina başî û qedexekirina xirabiyê ve bi hinceta ‘quralên hîcabê pêk neanîne’, hatine binçavkirin.

Necîbullah Elî diyar kir ku kontrolên li ser cilên jinan, bi armanca ‘avakirina hişmendiya civakî’ didomînin û kesên ku li gorî fermanên Talîbanê yên hicabê tevnegerin dê ji aliyê van koman ve bên çareserkirin. Da zanîn ku pêkanîna binçavkirina jinan wê li Heratê bidome.

Berpirsê ewlehiyê li xwe mikur hat

Berpirsê ewlehiya Talîbanê yê Heratê jî piştrast kir ku li herêma Cebraîl ji bo belavkirina xwepêşanderên li dijî girtina jinan xwepêşandan dikirin, li hewayê gule hatine avêtin û îfade kir ku hin xwepêşander hatine binçavkirin.

Ev daxuyanî di demek ku di rojên dawî de gelek nûçeyên li Heratê jin û zarokên keç ji ber cilên xwe têne girtin û qedexeyên dijî jinan zêde dibin de hat weşandin.

Lê Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî jî di rapora îro weşandî de ragihand ku 30 jin ji aliyê Talîbanê ve hatine binçavkirin.

Du kes jiyana xwe ji dest dane yek ji wan zarokek biçûke

Li gorî raporê, rayedarên Heratê herî kêm 30 jin ji ber quralê hîcabê ya Talîbanê bin pê kirine hatine binçavkirin. Beşek ji jinên hatine binçavkirin piştre hatine berdan.

Di rapora NY ya ku xwe dispêre pisporên serbixwe, hat diyarkirin ku hêzên ewlehiyê yên di Talîbanê gule li ser mêr, jin û zarokên ku beşdarî xwepêşandanan dibûn reşandine û derb kirine. Di dema destwerdanê de di nav de zarokek biçûk, herî kêm du kesan jiyana xwe ji dest dane, zêdetirî 20 kes jî birîndar bûn.

Tevî ku Talîban jinan bi hinceta ‘quralên hîcabê pêk neanîne’ binçavkirina jinan zêde kirine û nûçeyên têkildarî ku li Heratê gule li xwepêşanderan rijandine, hîn jî ji bo ev kiryar werin sekinandin, ji hêla rêxistinên navneteweyî û komên mafên jinan ve gavên berbiçav û bibandor nehatine avêtin.

Rexnegir diyar dikin ku sînordarkirina berteken bi daxuyaniyê protesto û domandina bêdengiyê, li Afganistanê rê li ber pêkanînên dijwar ên tundiyê û qedexeyên dijî jinan vedike.