Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo 1ê Gulanê bang kir
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo mitînga 1ê Gulanê ya li Qada Îstasyonê banga tevlibûnê kir û destnîşan kir ku heta aştî nebe, ked azad nabe.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi boneya 1ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê li avahiya DÎSK Genel-Îşê ya li navçeya Peyas a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna ku bi dirûşma “Ji bo Civaka Demokratîk em bi kedê ber bi azadiyê ve dimeşin” hate lidarxistin de gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn.
‘1ê Gulanê ne tenê cejnek e’
Hevserokê Şaxê DÎSK Genel-Îş a Hejmara 2yan a Amedê Behçet Barût li ser navê platformê axivî. Behçet Barût diyar kir ku krîza aboriyê, karê ne ewle û enflasyonê kedkar xistiye nava mercên giran û got: “1ê Gulanê ne tenê cejnek e, di heman demê de ‘Banga ji bo hesabpirsîna dîrokî û veguherînê ye.’”
‘Heta ku aştî nebe, ked azad nabe’
Behçet Barût da zanîn ku 1ê Gulanê ya îsal bi atmosfera banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşwazî dikin. Behçet Barût destnîşan kir ku têkoşîna kedê û aştiya civakî ji hev cuda nîne û wiha got: “Heta ku aştî nebe, ked azad nabe, heta ku demokrasî nebe wekhevî û edalet pêk nayê.”
‘Pêvajo ji bo gelan derî li jiyaneke azad veke’
Behçet Barût bi lêv kir ku li hemberî polîtîkayên şer pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo têkoşîna kedê, azadiya jinan û ekolojîk zemîneke hevpar e û got: “Pêvajo ne tenê çareseriya pirsgirêka Kurd her wiha dikare li Tirkiyeyê ji bo gelan derî li jiyaneke azad û wekhev veke.”
Banga tevlîbûnê
Behçet Barût ji bo mîtînga 1ê Gulanê ya li Qada Îstasyonê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir û diyar kir ku dê daxwazên li ser ked, aştî û edaletê li qadan bê bilindkirin.


