Ji Neteweyên Yekbûyî: 160 hezar kes di metirsiya koçberiyê de ne

Neteweyên Yekbûyî eşkere kir ku li ser sûcên şer ên li gundewarên Kobanê li dijî welatiyan pêk hatine lêkolînê dikin.

1 deqe xwendin
Ji Neteweyên Yekbûyî: 160 hezar kes di metirsiya koçberiyê de ne

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dûjarrîc ku bersiva pirsên rojnamegeran da, balkişand ser êrişên komên Hikûmeta Demkî û Tirkiyeyê yên li dijî kurdan. Dûjarrîc anî ziman ku ligel tevgera leşkerî kêm bûye jî qeyrana mirovîn kûr dibe û nêzîk 160 hezar kes hêj di rewşa koçberiyê de ye.

Dûjarrîc daxuyand ku li gorî daneyên ji yekîneyên NYê hatine girtin piştî Peymana 30ê çile li herêmê Heleb, Hesekê û Reqayê ligel kêmbûna şideta pevçûnan jî hêj koçber venegeriyane ser malên xwe û ev agahî dan: “Hêj 160 hezar kes di rewşa koçberiyê de ye. Ji bo gihandina alîkariyan pêşketin heye lê tunebûna ceyranê pergala belavkirina avê têk dibe. Xetên telefonê girtine û pirsgirêka herî mezin jî derfetên xurekan gelek kêm in. Perwerdehî jî bi tevahî sekiniye.” Li ser pirsa, “Li zêdeyî 70 gundên Kobaniyê talan û wirankirina malan heye” Stephane Dûjarrîc ev bersiv da: “Em li ser van angaştan radiwestin û rewşê dişopînin. Ez bawerim hebûna NYê ya li herêmê dê alîkariya parastina sivîlan bike. Her wiha me hind mekanîzmayên ku sivîl bên şahidiyên xwe vebêjin jî avakinine