Ji bo Salih Muslim li Kobanê şîn hate danîn.
Ji bo Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim li Kobanê şîn hate danîn.

Ji bo endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û hevserokê berê yê partiyê Salih Muslim, konê sersaxiyê li Qada Azadî ya bajarê Kobanê hat vedan.
Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê, endamên rêveberiya Kobanê, partiyên siyasî û rêxistinên jinan danê sibehê berê xwe da bin konê sersaxiyê yê ji bo taziyeya Salih Muslim hatiye vedan û sersaxî ji malbata wî re xwest.
Dê sersaxî heta 2 rojan dewam bike.


