Ji bo Azadiyê 715 hefte ne li Strasbourgê nobetê digirin

Nobeta Azadiyê ya ku ji 2012an ve li Strasbourg a Fransayê hatiye destpêkirin di hefteya 715an de didome. Koma ku ji Salzburgê hatin, nobet dewir girtin.

1 deqe xwendin
Ji bo Azadiyê 715 hefte ne li Strasbourgê nobetê digirin

Nobeta Azadiyê ya ku ji Hezîrana 2012an ve bê navber li Strasbourg a Fransayê tê lidarxistin, di hefteya 715an de didome. 3 kesên ji Elmanyayê hatin nobeta vê hefteyê dewir girtin. Mahmut Elmas, Îbrahîm Botan û Siraç Ozgeç ên ku Salzburg a Elmanyayê hatin nobet dewr girtin.  Mahmut Elmas li ser navê komê axivî û diyar kir ku bi salan e ji bo azadiya Rêber Apo ku 27 sal in di girtîgehê de ye li ber saziyên navneteweyî nobet tê girtin û ev yek ji bo saziyên peywendîdar "şerm" e.

Mahmut Elmas anî ziman ku erkên gelê Kurd ji bo Rêber Apo hene û got, "Çiqas em Rêberê xwe bêtir nas bikin, em ê pêvajo û dijmin bêtir fêm dikin.Wê li hember pêvajoya ku hatiye destpêkirin hewldan û tevgera me zêde bibe û wê yekîtiya me pêş bikeve. Wekî Kurd û wekî mirov ev erka me ye.”

Mahmut Elmas destnîşan kir ku pêvajoya ku ji hêla Rêber Apo ve di 27ê Sibata 2025an de hatiye destpêkirin nû ye û entegrasyona ku behsa wê tê kirin tê wateya naskirina hevdu û naskirina civaka xwe ye.

Mahmut Elmas anî ziman ku divê civak pêvajoyê di asta zihniyetê de fêm bike û ev bang kir: "Werin em sala 2026an bikin sala azadiya Rêberê xwe û aramiyê bînin welatê xwe."