Ji Abdullah Ocalan pêşniyarên çareseriyê
Nûnerên DEM Patiyê, têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk agahî dan Ajansa Mezopotamyayê (MA) û diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de ji bo xetimandina der barê “Zagona Çarçove”yê de veke, pêşniyar ji hikûmeta AKPê re kirine.

Nûnerên DEM Partiyê têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de agahiyên nû dan Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Omer Gungor. Rayedarên DEM Partiyê diyar kirin ku piştî PKKê çek danîn û xwe fesix kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo rê li pêşiya çareseriyê veke, Zagonên Kok û Zagonên Çarçove pêşniyar kiriye. Nûnerên DEM Partiyê dan zanîn ku Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi lijneya AKPê re têkildarî mijarê niqaş kirine û Zagona Kok û Zagona Çarçove ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe yên dawî de anîbûn ziman niqaş kirine. Nûnerên DEM Partiyê dan zanîn ku têkildarî mijara Zagonên Çarçove xebat û amadekariyên wan hene û ji bo vê yekê bi partiyên din re di nava hevdîtinan de ne. Nûneran anîn zinan ku piştî hiqûqnas vê pêşnûmeyê amade bikin dê bi raya giştî re parve bikin. Nûnerên DEM Partiyê destnîşan kirin ku Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî ya şandeyê de anîye ziman ku ji bo pêvajoya Zagona Çarcove a hatiye xetimandin veke pêşniyarên xwe kirine.


