Îsraîlê di êrîşên li dijî Lubnanê de zêdeyî 1500 kes kuşt

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê diyar kir ku ji 2ê Adarê heta îro Hezar û 530 kes di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin.

1 deqe xwendin
Îsraîlê di êrîşên li dijî Lubnanê de zêdeyî 1500 kes kuşt

Êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê didomin. Bi êrişan re hejmara kuştiyan jî zêde dibin. Bîlançoya kuştiyên êrişên Îsraîlê li dijî Lubnanê, ku piştî 2ê Adarê 2026an dest pê kir, gihîşt Hezar û 530 kesan. Bîlançoya êrişên Îsraîlê li dijî Lubnanê hezar û 500 kuştî derbas kir

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê diyar kir ku ji destpêka şerê Îsraîl-Hizbullahê ya ji 2yê Adara 2026an de zêdetirî Hezar û 500 kes li Lubnanê hatine kuştin. Wezaretê da zanîn ku heta 7ê Nîsanê Hezar û 530 kes hatin kuştin û 57 kes jî xebatkarên tenduristiyê ne. Li gorî daneyên wezaretê 130 kes zarok in. 4 hezar û 812 kes jî birîndar bûne.