Îsraîlê beşeke Lubnanê wek 'herêma şer' ragihand
Artêşa Îsraîlê li derdora bajarê Sûrê yê başûrê Lubnanê dest bi êrişên nû kir. Herwiha qadeke berfireh a li başûrê Çemê Zahrani jî weke ‘herêma şer’ pênase kir. Di êrişan de jî herî kêm 2 kes mirin.

Artêşa Lubnanê, piştî banga veguhestina sivîlan a ji herêmên li derdora Tyre (Sûr) a li Başûrê Lubnanê êrişên hewayî kir. Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser hesabê medya dîjîtal daxuyanî da û bang li şêniyên herêmê kir ku tavilê malên xwe biterikînin û derbasî bakurê Çemê Zahrani bibin. Artêşa Îsraîlê piştre daxuyanî da û ragihand ku li herêma Sûrê êriş biriye ser noqteyên binesaziya Hîzbûllahê. Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê jî diyar kir ku li navend û bakurê bajêr du êrişên hewayî hatin kirin, li avahiyekê hat xistin û agir bi qadê ket.
Li gorî çavkaniyên xwecihî li herêma El Buss a li nêzî Sûrê, êriş li se avahiyekê hat kirin û herî kêm 2 kes hatin kuştin. Hat ragihandin ku di êrişê de herî kêm 15 kes jî birîndar bûn ku hin jê jin û zarok bûn. Êrişên artêşa Îsraîlê rojên dawî zêde bûn. Roja çarşemê di êrişan de herî kêm 9 kes, roja sêşemê jî herî kêm 34 kes hatin kuştin.


