Îranê Tengava Hurmuzê girt

Îranê li hemberî dorpêça DYAyê ya li ser bendergehên wê, kontrola li ser Tengava Hurmuzê jinûve şidand.

1 deqe xwendin
Îranê Tengava Hurmuzê girt

Îranê ragihand ku kontrola li ser Tengava Hurmuzê ji nû ve şidandiye ku tengav ji aliyê bazirganiya enerjiyê ya navneteweyî ve krîtîk e. Rêveberiya Tehranê diyar kir ku ev gav weke bersiva li dorpêça Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li ser bendergehên Îranê ye.

Muxafizên Şoreşê yên Îranê hişyarî dan ku keştiyên bazirganiyê yên nêzî tengavê bibin dikarin bibin hedef. Hate gotin, piştî daxuyaniyê sê keştiyên hewl dan derbas bibin bûn hedef. Serokê DYAyê Donald Trump jî Îran bi kirina 'şantajê' sûcdar kir.

Jinûve girtina Tengava Hurmuzê ku yek ji pênc parên bazirganiya gaz û petrolê ya cîhanê jê derbas dibe, li nava bazara global jinûve bû sedema fikaran.

Ev gav di demeke wekê de hate avêtin ku di navber Îran û DYAyê de danûstandinên dîplomatîk dewam dikin. Herdu alî 12ê nîsanê li Îslamabadê li hev civiyan, lê encamek ji civînê nehate bidestxistin. Ji bo jinûve destpêkirina danûstandinan hewldanên aktorên herêmî jî dewam dikin.