Îranê ji malbatekê li 5 kesan cezayê darvekirinê birî
Rejîma Îranê yek jê jin bi giştî li 5 kesên ji heman malbatê cezayên darvekirinê birî.

Malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranî ragihand ku 26emin Dadgeha Şoreşê ya Tehranê bi serokatiya dadwer Îman Efşarî, cezayê darvekirinê li Bîta Hîmetî û hevserê wê Mihemed Reza Mecîdî, birayên wê Emîr Hîmetî, Bêhrûz Zemanî û Kuroş Zemanî Nejad birî.
Li her 5 girtiyan jî bi boneya tevli xwepêşandanan bûne û li dijî yekîtiya dewletê derketine cezayê darvekirinê hate birîn. Li aliyê din biryara desteserkirina mal û milkên wan jî hate dayîn.
Bi îşkenceyê îfade girtin
Hate diyarkirin ku girtî di dema lêpirsînê de ji bo wergirtina îtîrafên bi zorê, di bin zextên giran ên fîzîkî û derûnî de hatine hiştin, her wiha di tevahiya pêvajoya dadgehkirinê de ji mafê parêzerê serbixwe bêpar hatine hiştan. Ev şêwazê dadgehkirinê wekî binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan û yasayên navneteweyî tê pênasekirin.


