Îranê êrişî biryargeha Komelayê kir

Îranê bi şev li biryargeha Komelayê ya li Hewlêrê xist.

1 deqe xwendin
Îranê êrişî biryargeha Komelayê kir

Êrişên Îranê yên li dijî Kurdan didomin. Îranê bi şev, bi du fuzeyan êrişî biryargehên Komelayê yên li Geliyê Alaneyê yên li Hewlêrê kir. Endamê Encûmena Serokatiyê ya Komelayê Emced Huseyîn Penahî, li ser hesabê xwe yê medyaya sanal Xê daxuyanî da û got ku Komara Îslamî ya Îranê ji destpêka şer ve, zêdetirî 82 caran êrişî biryargehên Komeleayê kiriye.  

Piştî êrişa li ser baregeha Komelayê, Îranê bi şev êrişên xwe yên li dijî welatên jî domand. Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê ya girêdayî Muhafizên Şoreşê, daxuyand ku ligel Herêma Kurdistana Federe, êrişî baregehên DYAyê yên lu Quweyt û Bahreynê jî hatiye kirin.