Îranê daxuyanî da: Em bi DYAyê re li ber lihevkirinê ne

Berdevkê Wezareta Karên Derve û Şandeya Danûstandinan a Îranê Îsmaîl Beqayî, derbarê girteka lihevkirinê ya ku îhtîmal e di navbera Tehran û Waşîngtonê de bê îmzekirin de got: “Em dikarin bibêjin ku di piranîya babetên hatine gotûbêjkirin de em gihîştine encamê.”

1 deqe xwendin
Îranê daxuyanî da: Em bi DYAyê re li ber lihevkirinê ne

Berdevkê Wezareta Karên Derve û Şandeya Danûstandinan a Îranê Îsmaîl Beqayî, di civîna çapemeniyê ya heftane de ku li Tehranê ya paytexta Îranê hat lidarxistin, bersiva pirsên rojnamevanan da.

‘Di helwestên rayedarên DYAyê de pir caran guhertin û nakokî çêdibin’

Beqayî yê ku got, “Em dikarin bibêjin ku di piranîya babetên hatine gotûbêjkirin de em gihîştine encamê”, da zanîn ku ev encam nayê wê wateyê ku dê di demeke nêz de peymanek bê îmzekirin û tu garantî nîne ku DYA dê li ser sozên xwe bimîne. Beqayî dîyar kir ku di helwestên rayedarên DYAyê de pir caran guhertin û nakokî çêdibin, ji ber vê yekê ev alozî dikare bibe sedem ku her cûre danûstandin asteng bibe.

“Em ne li pey standina pereyê derbasbûnê ne ji Tengava Hurmizê”

Beqayî derbarê Tengava Hurmizê de jî daxuyanî da û got ku di hevdîtinên ligel DYAyê de cih nedane hûrgiliyên derbarê Hurmizê de û ev babet dewletên li ser sînorê deryayê eleqedar dike. Beqayî axaftina xwe wiha domand: “Ji bo avakirina mekanîzmayekê ku derbasbûna ji Tengava Hurmizê ewle bike û di berjewendiya civaka navneteweyî de be, em ligel gelek welatan dipeyivin. Em ne li pey standina pereyê derbasbûnê ne ji Tengava Hurmizê. Standina xercê ji bo xizmetguzarîya gerê û dabînkirina ewlehiyê tiştekî pir xwezayî ye û ev ne pereyê derbasbûnê ye.”