88 girtî hatin berdan û gihiştin malbatên xwe

88 girtî hatin berdan û gihiştin malbatên xwe

1 deqe xwendin
88 girtî hatin berdan û gihiştin malbatên xwe

Malbatên dîlgirtiyan û fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bi mirasimekê 88 girtiyên hatin berdan pêşwazî kirin.

Malbatên girtiyan û şêniyên Hesekê 88 girtiyên ku di çarçoveya koma 5an a peymana pevguhertina girtiyan a navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de hatine berdan pêşwazî kirin.

Bi amadebûna malbatan û fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn girtî li Stadyûma Beledî ya li taxa Xiwêranê ya Hesekê hatin pêşwazîkirin.

Koma 1ê ya girtiyan di 10ê Adara 2026an, koma 2yan di 19ê Adarê de, koma 3yan di 11ê Nîsanê de û koma 4an di 8ê Gulanê de hatin berdan.