Îran xebatkarê Saziya Enerjiya Atomê Ferîd darve kir
Xebatkarê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê Mehdî Ferîd bi îdîaya ‘bi Îsraîlê re xebitî ye’ û ‘sîxurî kiriye’ hat darvekirin.

Malpera Mîzanê ya ser bi desthilata dadweriya Îranê ve ragihand ku sibeha çarşemê berpirsyarê rêveberiya komîteya parastina sivîl a Îranê Mehdî Ferîd ji aliyê rejîma Îranê ve hat darvekirin.
Li gorî agahiyên hatine belavkirin, Mehdî Ferîd berpirsê yek ji saziyên hesas ên welat bû û bi tometa veguhestina agahiyên hesas ji bo ajanên Îsraîlê hatiye sûcdarkirin.
Rêxistinên mafên mirovan ragihandin ku Mehdî Ferîd xebatkarê saziyeke enerjiya atomî ya Îranê bû û berê jî wek rojnamevan kar kiriye. Heta niha ti belgeyeke serbixwe ji bo piştrastkirina van sucan ji aliyê rejîma Îranê ve nehatiye weşandin û proseya dadgehkirinê jî li pişt deriyên girtî hatiye birêvebirin.


