Îran li Hewlerê li baregeha DYAyê xist

Îranê li hember êrişên Îsraîl û DYAyê baregeheke amerîkî ya li Hewlerê hedef girt.

1 deqe xwendin
Îran li Hewlerê li baregeha DYAyê xist

Pevçûna di navbera Îsraîl-DYA û Îranê de berdewam dike. Di êrişên ku danê sibehê de dest pê kirin de, Îsraîlê sazî û baregehên leşkerî yên rejîma Îranê hedef girt. Îranê ragihand ku ew ê bersivê bide û baregehên Îsraîl û DYAyê yên li herêmê hedef bigire.

Îranê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlerê ku baregeheke leşkerî ya Amerîkî lê ye, li bajarê Hewlerê yê Herêma Kurdistana Federe hedef girt. Hin ajansên nûçeyan ragihandin ku droneke Îranê li nêzîkî konsulxaneya DYAyê ya li Hewlerê hatiye xistin.

Her wiha Tirkiyeyê jî ragihand ku seferên xwe yên ber bi Tehranê ve heya 2yê adarê daye sekinandin. 

Midûrê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê Ahmed Hoşyar jî daxuyand ku seferên balafirgehê yên li Herêma Kurdistanê û seranserê Iraqê ji bo sivîlan hatiye girtin.