Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo mafên gelê kurd yekitî nebe nabe
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi dirûşma “Parçebûn têkçûn e, yekîtî serkeftin e” li Wanê civînek li dar xist. Hevberdevkên Înîsiyatîfê destnişan kirin ku ji bo berjewendî, azadî û mafên gelê kurd yekîtiya neteweyî ferz e.

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi dirûşma “Parçebûn têkçûn e, yekîtî serkeftin e” li Wanê bi beşdariya nûner û rêveberên gelek saziyên sivîl û demokratîk ên civakî, civiyan. Civîn li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê pêk hat. Civînê bi rêz girtinê dest pê kir. Endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl, Dayikên Aştiyê, Rûsipiyên Wanê û gelek welatî tev li civînê bûn. Hevberdevkên Înîsiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgit û Memet Kamaç axivîn.
Yekîtî mecbûrî ye
Destpêkê Hevberdevka Înîsiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgit, anî ziman ku ji hevpeymana Kasr-î Şîrînê heta îro hêzên hegemonîk û netewedewletan gelek êriş li ser gelê kurd kirine û got: “Heta niha 29 caran gelê Kurd li dijî van êrişan serî hildaye. Mixabin serokên van 28 serhildanan hatine darvekirin. Lê serhildana 29an bi têkoşîna 52 salan gelek destkeftî bi dest xistine. Em li pey banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî Civaka Demokratîk in. Heta Demokrasî pêş nekeve Aştî jî pêk nayê. Di êrişên li Ser Rojava de gelê Kurd li her derê bi ruhêyekitiyê derket qadan û me dît ku vê yekitiyê êriş vala derxistin. Divê em vê yekitiyê mayînde bikin. Ji bo berjewendî û mafên gelê Kurd yekitî mecbûrî ye. Bi vî awayî em dikarin li dijî êrişan bi ser bikevin. Ji bo vê jî divê em bi hemû fikir û nêrînên xwe yên cuda jî em di nav vê însiyatîfê de cih bigirin. Em vêya pêk bînin em ê qezenc bikin.”
Divê em yekîtiyê xurt bikin
Piştre Hevberdevkê Înîsiyatîfê Mehmet Kamaç jî anî ziman ku pêşiyên kurdan dibêje, “Çiya digihên hev lê kurd nagihên hev” û got: “Lê me di vê pêvajoyê de dît ku êdî hikmê vê gotinê nemaye. Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk li ser pêdiviya yekitiya gelê Kurd hat avakirin û saziyeke ku ji hemû Kurdan re vekiriye. Pergala Kapîtalîst bi qeyran û qaosan şeran derdixe û dixwaze Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bike. Di sedsala 20mîn de ji ber ku yekitî û rêxistinbûna Kurdan tunebû, Kurdan gelk bedelên giran dan û êşên mezin kêşand. Em niha di rojên dîrokî de ne, ji bo ku winda nekin divê em yekitiya neteweyî xurt bikin. Em dibêjin êdî mafê me tu kesî tune ye ku em li gor berjewendiyên partiyên xwe, li gor hesabên piçûk tevbigerin. Divê em hemû li gor berjewendiyên neteweyî tevbigerin. Me di êrişên li ser Rojava de dît, dema ku gelê Kurd bû yek, helwesteke yekgirtî nîşand me dît ka em çawa bi ser dikevin. Çavê hemû gelê Kurd yê li her derê li Bakurê Kurdistanê ye.”
‘Serkeftin di yekîtiyê de ye’
Mehmet Kamaç destnîşan kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk berdewam dike û ev yek anî ziman: “Gelê Kurd di vê pêvajoyê de gelek gav avêtin. Gelê Kurd aştî û azadiyê dixwaze. Birêz Ocalan dibê gere qanûn demokratîk bên avakirin. Dewletê heta niha Rojava dixist hincet, niha jî Rojhilat dixe hincet. Em vê rewşê qebûl nakin. Bawer bikin ku em yekitiya neteweyî xurt bikin em ê bi serkevin.”
Civîn piştî axaftinan hevberdevkan bi beşa pirs û bersivan, ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.


