Îlham Ehmed: Mijara YPJê heta bi encam bibe dê mijara hevdîtinan be

Îlham Ehmed bal kişand ku yek ji mijarên li pêşiya wê asteng hene jî, mijara YPJê ye û wiha dom kir: “Her çiqasî di nîqaşan de encamek nû ji bo YPJê derneketibe jî, lê ew hîn di rojevê de ye. Nîqaşa li ser fermîkirina YPJê di rojeva hikûmeta demkî de ye jî. Ev dê heta pêkanîna lihevkirinekê dewam bike.”

1 deqe xwendin
Îlham Ehmed: Mijara YPJê heta bi encam bibe dê mijara hevdîtinan be

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed der barê naveroka civîna ku li Şamê bi Ehmed El Şera re pêk anîbûn û xebatên entegrasyonê de ji ANHAyê re axivî.

Têkildarî civîna ku 15ê nîsanê li Şamê di navbera Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed El-Şera de pêk hatibû.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed civîna ku pêk hatiye û asta xebatên entegrasyonê, astengî û zehmetiyên heyî de ji ANHAyê re axivî.

Îlham Ehmed di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku di civîna li Şamê de li ser astengiyên di pêkanîna pêvajoya entegrasyonê de rawestiyane. Ji bo rakirina astengiyan herdu alî (Rêveberiya Xweser û Şam) di nava hewldanan de ne.

Îlham Ehmed da zanîn ku yek ji mijarên civînê sîstema perwerdeyê ku heta niha bawernamên xwedekaran nehatine erêkirin û got: “Gelek dem ji ser lihevkirina 29ê Çileyê derbas bû, lê hîn ev mijar nehatiye çareserkirin. Me li hev kir ku di demek nêz de herdu wezîrên perwerdeyê û wezîrê xwendina bilind ji bo danîna mekanîzmeyekê, serdana parêzgeha Hesekê bikin û vê mijarê bi dawî bikin. Her wiha der barê pergal û zimanê xwendinê de di dema pêş de dê hevdîtin werin kirin û biryar werin girtin.”

Îlham Ehmed da zanîn ku heta niha di aliyê pergala îdarî de tenê li ser mijarên tenduristî û perwerdeyê erkdarkirina midûriyetan hatiye çêkirin, midûriyetên ku hîn nehatine diyarkirin jî, bi lezgînî wê bên diyarkirin. Ji bo vê mijarê jî wê mekanîzmayeke nû were danîn da ku erkdankirina di saziyan de jî bidawî bibe.

Rêveçûna entegrasyonê

Îlham Ehmed bi bîr xist ku di çarçoveya entegrasyonê de hinek gav hatine avêtin, lê pêvajo giran dimeşe. 

Îlham Ehmed anî ziman ku di warê erkdarkirina temsîliyeta herêman de gavên erênî hatine avêtin, lê hîn gavên ku divê têkildarî erkdarkirinên wezaret û midûriyetan bên avêtin jî hene.

Li ser pergala deriyên sînor ku mijarek bingehîn a entegersayonê ye, Îlham Ehmed bilêv kir ku mekanizmaya rêvebirina deriyê Sêmalka û deriyên sînorî yên din hatiya avakirin, di çarçoveya tekamulan de kesên karmend ên ku bi navê Rêveberiya Xweser kar dikirin, li ser esasê entegrasyonê xebat didomînin.

Pirsgirêkên derdikevin

Îlham Ehmed da zanîn ku di milê pêkanîna mekanîzmeyê de gelek pirsgirêk derketine û ev pirsgirêk wiha rêz kirin: “Berpirsên hinek midûriyetan yên li parêzgehê beriya niha ji aliyê hikûmeta demkî ve piştî ku rejîma Esed rûxiya hatibûn diyarkirin. Ev jî bi xwe re pirsgirêka derdixe. A rast ewe ku lihev kirin hebe derbarê wan berpisyaran de. Gelek karmendên Rêveberiya Xweser hene, divê ev karmend li derveyî kar nemînin. Divê ji bo erkdarkirina kesên ku Rêveberiya Xweser pêşkêş dike û yên hikûmeta demkî diyar dike de lihevkirinek hebe. Rêveberiya Xweser demeke dirêj e kar dimeşîne û bûye xwedî tecrûbeyek, divê ev li ber çavan bê girtin. Hem tesiliyet û hem tecrûbe û ezmûn girîng in di diyarkirina berpisyaran de. Guhertin wê li ser esasê pisporiyê pêk were, a girîng xizmeta civakê û temsîliyet e. Li vê deverê kurd, suryan û ereb bi hev re dijîn.”

Mijara jin û astengî

Îlham Ehmed diyar kir ku mijara temsiliyet û îradeya jinan hîn jî pirsgirêk e û got: “Di Rêveberiya Xweser de hejmareke zêde ya jinan kar dimeşand. Di aliyê heykelî de şêwazên saziyên Rêveberiya Xweser û yên hikûmetê ne wekî hev in, heta radeyekê dişibin hev lê di asta rêvebirina midûriyetan de ne weke hev in. Di çarçoveya entegrasyonê de ji bo erkdarkirinê navên jin û mêran jî tê pêşkêşkirin. Heta niha midûrên perwerde û tenduristiyê hatine erkdarkirin, lê herdu jî mêr in. Lewma dive tevlîkirina jinan weke xisûsiyetekê were berçavkirin, roleke girîng were dayîn. Di vê mijarê de zehmetî û astengiyên cidî hene.”

‘YPJ di rojevê de ye’

Îlham Ehmed bal kişand ku yek ji mijarên li pêşiya wê asteng hene jî, mijara YPJê ye û wiha dom kir: “Her çiqasî di nîqaşan de encamek nû ji bo YPJê derneketibe jî, lê ew hîn di rojevê de ye. Nîqaşa li ser fermîkirina YPJê di rojeva hikûmeta demkî de ye jî. Ev dê heta pêkanîna lihevkirinekê dewam bike.”

Yek ji mijarên entegrasyonê jî hilbijartina nûnerên parêzgehên Hesekê û Kobanî yên ji bo parlamentoyê (Meclisa Gel a Sûriyeyê) ye. Têkildarî mijarê Îlham Ehmed da zanîn ku amadekariya vê xebatê bi rêya komîteyeke navendî û komîteya amadekar a Parêzgeha Hesekê tê meşandin û got ku komîteya amadekar xwedî însiyatîf e.

Şaredarî wê bên birêxistinkirin

Di axaftina xwe de Îlham Ehmed behsa pergala Şaredariyên Gel ên li Rojava jî kir û diyar kir ku şaredarî di çarçoveya sîstema nû de çiqasî ji bo civakê xizmetê bikin, wê parêzgeha Hesekê jî ewqas jî zûtir karibe xwe nû bike. Demokrasî li ser temsîliyet û xizmeta civakê pêş dikeve, lewma divê ew xwe ji bo pêvajoya nû amade bikin.

Xebatên destûra bingehîn

Girêdayî mijara amadekirina destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê jî Îlham Ehmed da zanîn ku piştî mijara diyarkirina nûnerên Rojava yên ji bo parlamentoyê, dê meseleya destûrê jî cidî têkeve rojevê û got: “Dê kurd jî cihê xwe di komîteya nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê de bigirin. Pêwîstiya Sûriyeyê bi destûreke bigehîn a nû heye û ji bo wê pêwîstî bi komîteyeke ku temsîla hemû neteweyan bike heye. Kurd jî şirîkên esasî yê avakirina vî welatî ne. Lewma dive rolek esasî ya wan hebe. Ev jî di dema pêş de wê pêk were.”

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed di dawiya nirxandinên xwe de diyar kir ku mijara dilgirtiyan hîn di rojevê de ye û wan di hevdîtinan de bal kişandiye ku di zûtirîn demê tevahî girtî werin berdan.