ÎHDê li Cizîrê konsera hevgirtinê da
Şaxa ÎHDê ya Şirnexê li Cizîrê bi tevilbûna hunermend Serdar Canan konser da. Di konserê de peyama, “Aştî bi gavên hiqûqî dê pêk were” dan.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji bo hevgirtina bi Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) re konserek hat dayîn. Parlamemtera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan, hevserokên Şaxa ÎHDê ya Şirnexê, hevserokên Şaxa OHDê ya Şirnexû, Serokê Baroya Şirnexê, endam û rêveberên partiyên siyasî, saziyên civakî û bi sedan kes tev li konsera hevgirtinê bûn. Konser li Eywana Civînê ya Şaredariya Cizîrê pêk hat. Beşdarên konserê pankartên, ‘Jin jiyan azadî’ û ‘Bêçekbûyîn û aştî bi reformên hiqûqî dê pêk were’ nivîsandibûn daliqandin.
Hevserokên Şaxa ÎHDê ya Şirnex Rûken Ustun û Şivan Sakman beriya bernameyê spasiyên xwe ji bo beşdarvanan kirin û gotin ku heya dawiyê ew ê ji bo mafê mirovan têkoşîn bidin. Piştî axaftina hevserokan derbarê dîroka ÎHDê de sînevîzyonek hat pêşandan.
Piştî sînevîzyonê hunermend Serdar Canan bi stranên xwe yên ku ji çar parçeyên Kurdistanê guhdarvan mest kirin. Serdar Canan stranên xwe diyarî Dayikên Aştiyê kirin û Hozan Hogir bi bîr anî.

