ÎHD Colemêrgê: Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin

Şaxa ÎHDa Colemêrgê û Xizmên Windayan, di hefteya 218an de çalakiya xwe ya ya “Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin” berdewam kirin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Nurettîn Turgut ê di sala 1993yan de di binçavkirinê de hatibû windakirin hat pirsî

1 deqe xwendin
ÎHD Colemêrgê: Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan di 218emîn çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin” li Kolana Hunerê li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên kesên di dema bbinçavkirinê de hatine windakirin hatin hilgirtin.

Piştî girtinê înkar

Çîroka Nurettîn Turgut Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHDa Colemêrgê Eren Baskin xwend. Eren Baskin da zanîn ku Nurettin Turgut ê li Geverê dijiya û bi taksîvaniyê debara xwe dikir, di meha Sibata 1993an de ji mala xwe derketiye û careke din venegeriyaye û wiha got: “Piştî ku du hefteyan agahî jê nehat girtin, malbatê dest bi lêgerînê kir. Piştî demeke kurt, agahî gihişt malbatê ku li navçeya Tetwana Bedlîsê lêgerîna wî çêbûye û hêzên ewlehiyê Nurettin Turgut û kesekî li gel wî, bi hinceta ku di wesayîtê de çek hebûye hatiye binçavkirin. Apê Turgut, Cemîl Turgut çû Tetwanê û bi dozger re hevdîtin kir. Lê dozgeriyê ji malbatê re got ku tu miameleya binçavkirinê tune ye.”

Eren Baskin destnîşan kir ku li ser bedena Nurettin Turgut gelek şopên guleyan û êşkenceyên giran hebûn. Her wiha hat ragihandin ku cenaze ji aliyê muxtarekî ve hatiye dîtin û wesayîta Turgut jî li Meletiyê hatiye dîtin.

Biryara ‘Cihê doz lê hatiye vekirin nîn e’

Baskin anî ziman ku piştî naskirina cenaze, li Tetwanê lêpirsîn hatibû destpêkirin. Tevî ku ji Geverê heta Meletiyê li 9 xalên cuda yên kontrola nasnameyan û qeydên fermî hebûn jî, dozgeriya ku lêpirsîn dimeşand, serlêdanên parêzerên malbatê red kirin. Dozgeriyê bi îdîaya “Lêkolînkirina qeydên wesayîtê dê tu feydeyekê nede” bi biryara “pêdivî bi vekirina dozê nîn e” dosye girt.