Hûrgiliyên rapora lihevkirinê ya DYE û Îranê derketin holê

Pêşnûmaya rapora lihevkirina ku hate diyarkirin di navbera DYE û Îranê de hatiye îmzekirin, derket holê.

1 deqe xwendin
Hûrgiliyên rapora lihevkirinê ya DYE û Îranê derketin holê

Hûrgiliyên rapora lihevkirinê ya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îranê eşkere bûn.

Li gorî hûrgiyên hatine bidestxistin madeyên ku di teksta lihevkirinê de derdikevin pêş ev in:

- Îran û DYE, li gel hevalbendên xwe yên tevlî şerê heyî bûne li gel îmzekirina vê Teksta Lihevkirinê Libnan jî di nav de wê bi lez îlan bikin ku li hemû eniyan şer bi awayekî mayînde bi dawî bûye.

-Alî wê ji niha û şûnde li hemberî hevûdu kiryareke dijminane nekin, hêzê bi kar neynin û gefa bikaranîna hêzê li hevûdu nexwin.

-Îran û DYE wê ji serwerî û yekîtiya xaka hevûdu re rêzê bigirin û wê qebûl bikin ku destwerdana karên hevûdu yên hundirîn nekin.

-Alî herî zêde wê di nava 60 rojan de  ji bo biestxistina lihevkrineke dawîn wê hevdîtinan bikin.

-Demildest piştî îmzekirina lihevkirinê DYE wê dorpêça li ser behrê rake, astengî û destwerdanên li ser Îranê bi dawî bike û trafîka behrê herî kêm di nava 30 rojan de derxîne astên beriya şerî.

-DYE wê piştî lihevkirina dawîn di nava 30 rojan de leşkerên xwe yên li herêmê vekişîne.

-Îran jî ji bo ku trafîka keştiyên bazirganiyê ya di navbera Behra Ummanê û Kendava Basrayê de veguherîna astên beriya şerî wê pêngavên hewce biavêje, wê pêvajoyên rakirina astengiyên teknîkî û paqijkirina mayinan bi rê ve bibe.

-DYE wê li gel hevkarên xwe yên li herêmê ji bo îmara Îranê ya ji nû ve û pêşketina aborî wê planeke berfireh ya di nava xwe de fînansmaneke herî kêm 300 milyar dolarî amade bike.

-Mekanîzmaya sepandina vê planê wê weke perçeyeke lihevkirina dawîn di nava 60 rojan de were avakirin.

-DYE wê di çarçoveya lihevkirina dawîn de biryarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û Ajansa Enerjiya Atomê jî di nav de gav bi gav rakirina hemû pêkanînên li ser Îranê qebûl bike.

-Îran wê garantî bike ku ew ê tu caran çekên nukleerî çêneke.

-Alî, aqûbeta ûranyûma hatiye dewlemendkirin û hewcehiyên nukleerî yên Îranê jî di nav de wê qebûl bikin ku hemû mijarên nukleerî di lihevkirina dawîn de çareser bikin.

-Wê heya lihevkirina dawîn rewşa heyî were parastin, Îran wê têkildarî bernameya xwe ya nukleerî pêngavan neavêje, DYE jî wê pêkanînên nû neke û li hebûna xwe ya leşkerî ya li herêmê zêde neke.

-Wezareta Xezîneyê ya DYEyê wê piştî îmzekirina lihevkirinê muafiyetên ji bo petrola Îranê, berhemên petrokîmyayê, kiryarên têkildarî van yekan ên weke bankevanî, sîgorta û barkêşiyê hewce ne, dabîn bike.

-Ger lihevkirin pêş bikevin fon û hebûnên aîdî Îranê yên hatine sekinandin yan jî astengkirin wê serbest werin berdan û werin bikaranîn.

-Wê ev ji bikarhênerên ku ji aliyê Bankeya Navendî ya Îranê ve werin diyarkirin, bên dayîn û wê bikaribin xwe bigihininê. DYE wê ji bo vê yekê destûr û lîsansên hewce bide.

-Bi armanca sepandin û çavdêrîkirina bicihanîna berpirsiyariyên aliyan wê mekanîzmayeke sepandinê ya hevpar were avakirin.

-Piştî îmzekirina lihevkirinê û li gel misogerkirina sepandina hin xalan wê alî ji bo xalên mayî dest bi hevdîtinan bikin.

-Lihevkirina dawîn wê li gel biryareke Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya girêdar were erêkirin.