Hovîtiya ku anîne serê Gulistanê hêdî hêdî deşîfre dibe

Hevdîtina bidîmen ku gumanbarê cînayeta Gulistan Dokuyê, Ûmût Altaş bi birayê xwe Sîdar Altaş re kir, teslîmî dozgeriyê hat kirin.

1 deqe xwendin
Hovîtiya ku anîne serê Gulistanê hêdî hêdî deşîfre dibe

Lêpirsîna derbarê Gulistan Doku de bi lêpirsîna kesên girtî berdewam dike. Hat zanîn ku dîmenek ku gumnabarê cînayetê Ûmût Altaş bi birayê xwe Sîdar Altaş re kiriye û tê de behsa cînayetê tê kirin, ji dozgeriyê re hatiye şandin. Di videoya 40 deqeyî de, Sîdar Altaş dibêje ku birayê wî Ûmût Altaş derbarê bûyerê de hin agahî daye wî ku Gulistan Doku ji aliyê Mustafa Turkay Sonel ve bi çekê hatiye kuştin û bûyer di malekê de pêk hatiye.

Di vîdeoya hevdîtinê de îdiaya ku Mustafa Turkay Sonel tecawizî Gulistan Doku, kiriye û Gulistan Doku ducanî bûye û cînayet ji ber vê hatiye kirin, heye. Di vîdeoyê de Sîdar Altaş li xwe mikûr hatiye û qala hûrgiliyên cînayetê kiriye.