Hêzên hikêmeta demkî kurdek revandin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê welatiyekî kurd dema ku ji Efrînê ber bi Helebê ve diçû revand.

1 deqe xwendin
Hêzên hikêmeta demkî kurdek revandin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku endamên hêzên Ewlekariya Giştî yên bajarê Ezazê di 16ê Nîsanê de welatiyê kurd Ridwan Arselan Bekir (55 salî) dema ku ji Efrînê ber bi Helebê ve diçû revandin. Rêxistinê di daxuyaniyekê de destnîşan kir ku Bekir, ku bi eslê xwe ji gundê Qotanê yê navçeya Bilbilê ye, li Efrîn dijî û xwediyê firoşgehek parçeyên otomobîlan e. Ew li ser rê hate revandin û birin baregeheke ewlehiyê li herêma Ezazê.

Rêxistinê diyar kir ku Bekir hîna girtî ye û sedemên qanûnî yên girtina wî nehatine eşkerekirin.