Hêza 3 peyvan!
Bi hatina 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, 3 peyv li her dera cîhanê dîsa olan didin. Belê îsal jî li hemû qad û kolanan ‘Jin Jiyan Azadî’ deng vedide.

‘Jin Jiyan Azadî’ tenê ne sloganek e; ev her sê peyv di hundirê xwe de cîhanekê dihewînin. 3 peyv wekî sê deriyan in… Jin… Jiyan… Azadî... Lê ev her sê derî ji hev cuda nîn in. Dema ku yek vedibe yên din jî li pey hev vedibin. Çima wisa ye? Ji ber ku ‘Jin’ tenê ne nasnameyek e, bi vê re ew balê dikişîne ser neheqiya ji dîrokê heta niha ku li dijî jinan hatiye kirin, tundiya rojane û li hemberî wan hemûyan çawaniya bipêşxistina berxwedanê ye.
‘Jiyan’ jî wisa ye. Ango tenê nefes nîn e. Ev nefes di şert û mercên çawa de pêk tê, ji bo kê, kîjan bedel tên dayîn? Jiyan bi van hemûyan re têkildar e. Vê yekê pirsyar dike. Dîsa peyva ‘azadî’ jî bi heman awayî tenê gotineke razber nîn e. Pîvanek e ku hemû jiyanê di nav xwe de dihewîne. Ango bersiva ‘jiyaneke çawa’ dide. Bi îfadeyeke din jiyan bixwe ye. Ev gotin di vê pêvajoyê de jî nîşan dide ku ger jin azad nebin jiyan dê kêm bimîne, ger jiyan kêm be wê demê azadî jî tenê dibe gotinek, gotineke razber. Têkoşîna jinan, destkeftiyên wan, sekna wan wê yekê baş nîşan dide ku jiyan ne tenê pêvajoke biyolojîk, jiyan heqîqet e.
Piraniya sloganan li dijî tiştekî radiwestin, hin jî bang li tiştekî dikin; lê ev slogan ango ‘Jin Jiyan Azadî’ hem li dij radiweste hem jî bang dike, lê herî zêde jî ji nû ve ava dike. Jinan di nav qalibên wekî ‘kedkara hundirê malê’, ‘namûsa civakê’, ‘stûna malbatê’ de teng dike û zimanê îdeolojîk ê wisa red dike. Li şûna wê zimanekî din ava dike: Jin avakerê jiyanê ye; azadî şertê jiyanê ye. Ev nêzîkatî tenê ne siyasî ye, her wiha epîstemîk e jî. Ango zanîn, zanist ji aliyê kê ve hatiye afirandin derdixe holê.
Îro ev slogana ‘Jin Jiyan Azadî’ li hemû cîhanê belav bûye û deng vedide. Ev yek tesaduf nîn e. Ji ber ku feraseta serdest a zilam pirsgirêkeke gerdûnî û sîstemê ye. Li her devera cîhanê bi awayakî cuda tê jiyîn û xwe bi awayekî cuda, rêbazên cuda nîşan dide. Li hin derên cîhanê bi zimanê qanûnan xwe nîşan dide, li hin deveran di bin navê kevneşopiyan de xwe nîşan dide, li hin deveran bi şer xwe nîşan dide. Lê di esasê xwe de heman tiştî dike. Dixwaze jinan bixe bin kontrolê, bedena jinan kontrol bike, keda jinan weke hêzeke erzan a kar dibîne û ya herî girîng jî hebûn û gotinên jinan ji bo xwe weke xetereke mezin dibîne. Ji ber vê yekê ev slogan weke felsefeyekê li her derê belav bû û deng veda. Ber bi 8ê Adarê jî her diçe bêhtir belav dibe. Ji ber ku li her devera cîhanê, li erdnîgariyên curbicur jin heman gotinan bi êşên cuda saz dikin û di ancamê de jî pêdiviya bi azadiyê xwe digihînin hev. Yên ku hevdu nasnakin, heman dengî bilind dikin ku ev tê wateya avakirina bîr û pêşerojeke kolektîf.
Belê ‘Jin Jiyan Azadî’ ji Kurdistanê heta Amerîkayê, ji Asyayê heta Ewropayê li hemû parzemînan belav bûye. Jinan hêza van her sê peyvan fêm kiriye. Ji ber vê yekê jî tenê ne li qadan; ji mitbexan heta rêyên dibistanan, ji kargeh û nexweşxaneyan heta hevdîtina li girtîgehan, li rêyên koçberiyê mirov dikare van gotinan bibihîze. Ango li hemû qadên jiyanê mirov hem van gotinan û hêza wan dikare bibîhîze û hîs bike. Ango teoriya azadiyê li van qadan ber bi pratîka jiyanê ve diherike û watedar dibe. Pratîka jiyanê jî ev e: Jinek bikaribe îtiraz bike, zarokek bikaribe bê tundî mezin bibe, jinên dema ku bi zimanê xwe biaxivin kesek henekê xwe bi wan neke, serdestî û cudatiya zilam weke tiştekî normal neyê dîtin. Ev hemû gotin ‘Jin Jiyan Azadî’yê îfade dikin. Gelek hêsan dixuyê lê jiyan jî ev e. Bi gotineke din ev tişt tê wetaya ku ‘Jin Jiyan Azadî’ ji dil diherike jiyana rojane. Ji ber vê yekê ‘Jin Jiyan Azadî’ gotina rojekê, ya meşekê, ya çalakiyekê yan jî ifadeya hêrsekê nîn e. Berhem û encema berxwedana ji dîrokê heta îro ye. Ji ber vê yekê hemû jinên li cîhanê li dora van gotinan xwe digîhinin hev, hevaltiyeke kolektîf ava dikin.
Ya herî girîng jî ev e ku ev gotin azadiyê tenê wek rizgariyeke şexsî pênase nakin. Kes nabêje ‘ger ez azad bim bes e’. Dibêje ‘ger azad bim divê ya cem min jî azad be’. Hêza wê li vir weşartiye. Alîkariyê tenê bi hestekê pênase nake, li ser vî esasî siyasetek, nêzikatiyek îdeolojîk û polîtîk ava dike. Ji ber ku pergal herî zêde tenêmayîna jinan dixwaze. Sîstem herî zedê vê yekê dixwaze û bi hez dike. Dema ku jin tenê bimînin çi dibe? Tirs dibe şexsî, fedîkirin dibe şexsî, tundî dibe pirsgirêka nav malbatê. Bi vî rengî bêhêzhiştina jinan hêsantir dibe. Lê hêza ‘Jin Jiyan Azadî’ çi ye? Berovajî ya sîstemê tirsê wekî tişteke hevpar dibîne û bi vî rengî dikare bê derbaskirin. Fedîkirinê dike ya failan ango kesên li dijî jinan bi her awayî tundiyê bi kar tînin. Bi vî rengî tundiyê dike pirsgirêkeke civakî. Ango ‘Jin Jiyan Azadî’ wiha dibêje: Tişta ku em dijîn tenê pirsgirîka me nîn e, ji ber vê yekê jî divê çareserî jî tenê li ser me nemîne!
Belê herî dawî, ‘Jin Jiyan Azadî’ ku îro bûye felsefeyeke gerdûnî ji sloganê wêdetir ji bo jinan bûye asoyek. Ev tê çi wateyê? Ger azadiya jinan bibe pîvana jiyanê wê demê cîhan bi awayekî cuda dikare bê avakirin. Ango cîhaneke din pêkan e. Wê demê azadî ji gotinekê derdikeve û dibe tiştekî şênber, dibe xwebûn. Bi îfadeyeke pir hêsan; bi qasî meşekê bê tirs û şênber, bi qasî ku gotina xwe bike rojane. Ji ber vê yekê, ‘Jin Jiyan Azadî’ xîtabî hemû jinan dike, hemû jin di van gotinan de xwe dibînin, xwe dikarin pênase bikin. Wê demê jî jiyan bi azadiyê dikare bê pênasekirin, azadî bi jinan dibe heqîqet. Ev heqîqet jî dema bê dubarekirin zêdetir dibe û dibe hêzeke ku bikaribe cîhanê biguherîne!


