Heyva Sor a Kurd: Bi êrîşan re koçberî zêde bû
Heyva Sor a Kurd destnîşan kir ku bi êrişên komên hikumeta demkî re pêla koçberiyê destpêka îsal zêdetir bû.

Heyva Sor a Kurd der barê rewşa dawî û pêla koçberiyê ya ji Efrîn, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, koçberiya ji Reqa û Tebqayê û alîkariyên ku derbasî Rojavayê bûne de agahî da. Heyva Sor li Navenda xwe ya li Qamişloyê daxuyanî da. Endamên wê, rojnemevanan û gelek kesên din amade bûn. Hevserokê Heyva Sor a Kurd Dilgeş Îsa diyar kir ku di 18ê çileya 2026an pêleke koçberiyê dest pê kir û got: “Ev pêl ne koçberiyek nû ye. Lê berdewamîya êş û zorê ye ku ji sala 2018an ve didome. Dema ku êrişên Tirkiye û komên girêdayî wê gelê Efrînê mecbûr kirin ku ji warê xwe koç bikin. Gelek ji wan paşê çûn Şehbayê û piştî wê jî ji bo dîtina aramiyê ber bi herêmên Tebqa û Reqa ve koç kirin. Bi êrişên komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên li ser herêmên Tebqa û Reqa û bi bilindbûna astê komkujiyan re, gelê Efrînê û niştecihên van herêman careke din mecbûr bûn û koçî herêmên Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin. Koçber li bajarên wekî Hesekê, Qamişlo, Dêrik, Dirbêsiyê, Tirbêspiyê, Girkê Legê, Rimêlan û Amûdê di dibistanan, mizgeftan, kampa Serêkaniyê û malên nav taxan de wekî stargehan cih bûne.''
Dilgeş Îsa, da zanîn ku li gorî daneyên wan di encama êrişên komên hikumeta demkî de zêdetirî 60 hezar kes koçber bûne û li sedan stargehan dimînin.
Dilgeş Îsa, anî ziman ku ji kêliyên destpêkê ya hatina koçberan ve, malbat bi rewşek mirovahî ya dijwar re rû bi rû mane û wiha lê zêde kir: “Ev rewş her ku diçe dijwartir dibe. Kêmasiya cihê aramgiriyê, betanî û madeyên germkirinê, kêmbûna xwarin û ava paqij, kêmasiya karûbarên tenduristiyê û zexta mezin li ser derfetên herêmî di şertên zivistanê yên dijwar de hebû. Li beramberê vê rewşa lezgîn, Heyva Sor a Kurd di demeke kurt de dest bi bersivdana lezgînî kir, tedawiya lezgîn pêşkêş kir, nexweşên rewşa wan giran birin nexweşxaneyan, kilîkên gerok xistin tevgerê, navendên tenduristiyê bi dermanan û pêwistiyan dagirtin, her wiha paketên xwarinê, madeyên paqijiyê û depoyên avê hatin belavkirin. Cil, nivîn û sobe, şîr û pêdiviyên zarokan, xwarina hazir û nan, her wiha pere li koçberan hatin belavkirin."
Dilgeş Îsa bibîr xist ku Heyva Sor a Kurd 2 karwanên alîkariyê ber bi Kobanê ve şandin û bi rêya çalakiyên cuda jî desteka dirûnî û civakî pêşkêşî zarokan kirin û ev agahî û dane parve kir: “Di dema koçberiyê de me girîngî dan zarok, jin, kesên bi temen û nexweşan rewşa wan a tenduristiyê bi domdarî dişopandin.
Ji Rêxistina Kurdistan Save the Children: 984 paketên pêdiviyên zarokan û 4 kamyon derman.
Ji Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) 45 tankerên avê.
Ji Kanal 8: 150 kamyonên alîkariyê.
Ji Dezgeha Kerkûk a Xêrwaziyê: 34 kamyonên xurekê.
Ji Kampanyaya Kezî: 3 kamyonên madeyên xurekê.
Ji Kanal 8, Bloka Helwest û Dezgeha Kerûkûk a Xêrwaziyê: 4 kamyonên bi 45 ton derman barkirî.
Ji gelê Başûrê Kurdistanê: Hecî Awa (7 kamyon), Pêncewîn (3 kamyon), Çemçemal û Kelar (3 kamyonên derman û xwarinê), Senger (2 kamyon), Silêmanî (2 kamyon), Ranya (kamyonek) û Seyid Sadiq (kamyonek xurekê).
Ji Rêxistina Nahri: Kamyonek derman û cilan û 30 tankerên avê.
Ji kampanyayên xwecih: Rcell ( hezar paketên xwarinê), kampanyaya Rojda û ciwanên li Almanyayê (4 ton cil).
Ji Kanala Kurdsat û Rêxistina Parastina Zarokên Kurdisatanê 30 ton derman.
Li gorî daxuyaniyê alîkariyên hatine belavkirin bi vî rengî ne:
Bijîşkî: 120 ton derman û pêdiviyên tenduristiyê li nexweşxaneyan, ji; Nexweşxaneya Fereman (Qamişlo) Tişî, Sûriye Texesusî, Sara, Nûr, Nafiz, Murad, Xabûr, Gel, Darî, Necme, Cizîrê, Selam, Şehîd Tekîn, Dar El Şîfa û Rehma hatin belavkirin.
4 hezar û 120 qutîkên şîrên zarokan û 5 hezar û 399 pêçekên zarokan.
16 hezar û 77 paketên xwarinê û 8 hezar û 772 xwarina hazir.
404 nivîn, 975 sobe, pêdiviyên metbex û yên raxistinê, hezar û 322 lampeyên enerjiya tavê.
Hezar û 782 kartonên cilan û 750 kartonên pêlavan.
Alîkariya diravî li 674 malbatan hatin belavkirin.
115 paketên lîstikên zarokan hatin belavkirin.
Hezar û 669 paketên madeyên paqijkirinê.
145 tanketên avê.
2 hezar û 799 turbe ard.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku belavkirina alîkariyan hîna berdewam e û hate gotin "Di encama piştgiriya berfireh û hevgirtina gel de bersiva lezgîn û çalak hat dayîn. Bi vê yekê jiyana bi hezaran kesî hat rizgarkirin."
Heyva Sor a Kurd spasiya hemû kesên alîkarî dane, bi taybet Heyva Sor a Kurdistanê, rêxistinên xwecih û navneteweyî, gelên Bakur û Başûrê Kurdistanê, kesên li hundir û derveyî welat kir.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tevî pirsgirêkên mezin, xetereyên hewlehiyê û mercên baran, lehî û berfê jî xebatkarên Heyva Sor a Kurd xebatên xwe bi derfetên di destê wê de heya niha didomînin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, pêdiviya koçberan ne tenê bi alîkariyên mirovî yên lezgîn hene, lê belê pêdivî bi çareseriyeke daîmî heye ku dawîn li êşên wan dubare binîne û ewlehî û rûmeta wan misoger bike.
Di dawiya daxuyaniyê de sînevîzyonek li ser pêşwazîkirina koçberan û alîkariyên ku Heyva Sor a Kurd pêşkêşî wan kirine, hat pêşandan.


