Heyeta Îmraliyê çû serdana Selahattîn Demîrtaş
Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîhtat Sancar çûn serdana Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku niha di girtîgehê de ye.

Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edîrneyê serdana Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş kirin. Hat zanîn ku di rojeva hevdîtinê de geşedanên dawî yên di rojevê de hene û li ser van geşedanan dê gotûbêj bên kirin.


