Heta kujer neyên darizandin aştî pêk nayê

Xizmên Windayan û Şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih, Colemêrg û Rihayê aqûbeta Îkram Îpek, Servet Îpek, Seyîdxan Yolûr, Mehmet Işik, Mahîr Duşunmez û Adnan Bagca pirsîn. Di çalakiyan de daxwaza edaletê hate kirin û hate destnîşakirin ku heta kujerên faîlan neyên darizandin aştî û aramî pêk nayê.

1 deqe xwendin
Heta kujer neyên darizandin aştî pêk nayê

Xizmên Windayan û Şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih, Colemêrg û Rihayê çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin faîl werin darizandin” ku heftane domandin. Di çalakiyên vê hefteyê de aqûbeta Îkram Îpek, Servet Îpek, Seyîdxan Yolûr, Mehmet Işik, Mahîr Duşunmez û Adnan Bagca hate pirsîn.

Amed

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, di hefteya 901emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolû ya navçeya Rezan a Amedê çalakiya xwe ya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li dar xistin. Di çalakiyê de ku xizmên windayan, endam û rêveberên ÎHDa Amedê, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî tev li bûn, wêneyên windayan hatin hilgirtin.

Di destpêka çalakiyê de li ser navê Komisyona Windayan a ÎHDa Amedê Tahîr Saçaklidir axivî û bal kişand ser windabûna mirovan û astengiyên li pêşiya edaletê.

Tahîr Saçaklidir destnîşan kir ku têkoşîna wan bi salan e berdewam dike û got: “Aqûbeta windayên me hîn jî ne diyar e û daxwaza me tenê edalet û rastî ye. Wekî li seranserê Tirkiyeyê, nêzî 30 sal in em vê daxwazê tînin ziman. Heta ku em negihin armanca xwe û agahiyê ji her windayekî xwe negirin, em ê dest ji vê têkoşînê û çalakiyên xwe bernadin. Em ê li gelek bajaran van çalakiyên xwe bidomînin. Sibê wekî cihekî sembol em ê li Newala Qesaba ya Sêrtê li gel hemû saziyan têkildarî windakirin û kiryarên nediyar daxuyaniyê bidin. Li Tirkiyeyê û li seranserê cîhanê, heta ku hesabê şer û pevçûnan neyê pirsîn û kujer neyên darizandin, aştî û aramî pêk nayê. Ez di heman demê de bang dikim ku her kes xwedî li çîrok, ziman û windayên xwe derkeve.”

Piştî axaftinê Rêveberê Şaxa ÎHDa Amedê Yahya Polat çîroka Îkram Îpek, Servet Îpek û Seyîdxan Yolûr ku di 18ê Gulana sala 1994an de li gundê Gomak ê navçeya Pasûra Amedê hatin binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî ji wan nehatin wergirtin xwend.

Çalakî piştî xwendina çîroka windakiriyan bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Êlih

Xizmên Windayan û rêveber û endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 737emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bêne darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê li dar xistin. Xizmên Windayan û ÎHDê vê hefteyê li aqûbeta Abdulcelîl Kaçar û hevalên wî Husnu Kaçar, Halîl Erzen û Rafet Ozer ku di 17ê Gulana 1994an de li Sêrtê hatine kuştin û cenazeyê wan li Newala Qesaba ya li navenda Sêrtê hatibûn veşartin pirsîn. Di çalakiyê de endam û rêveberên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di binçavan de hatine kuştin û windakirin hildan. Rêveberê ÎHDa Êlihê Erkan Koladiran çîroka Abdulcelîl Kaçar û hevalên wî Husnu Kaçar, Halîl Erzen û Rafet Ozer xwend. Çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Riha

Şaxa ÎHDê ya Rihayê jî di hefteya 74emîn de bi dirûşma “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin” li ber Novada Park a li navçeya Halîliye ya Rihayê çalakiya xwe li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin û kuştin hatin hilgirtin. Endamê Şaxa ÎHDa Rihayê Baver Gul çîroka Adnan Bagca ku di 11ê Hezîrana 1990î de dema ji navçeya Sêweregê ya Rihayê ber bi Amedê ve bi rê ket careke din agahî jê nehate girtin xwend. Bawer Gul destnîşan kir ku heta aqûbeta windakiriyan aşkere nebe dê dest ji têkoşîna xwe bernedin û da zanîn ku çend sal derbas bibin bila bibin dê dest ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin. Çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Colemêrg

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, çalakiya windayan di hefteya 227an de ye. Di daxuyaniya ku li Kolana Hunerê hat diyarkirin de, wêneyên windayan hatin hildan û pankarta “Windayî bên dîtin, kujer bên darizandin” hat vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo Mehmet Işik û Mahir Duşunmez ên ku di sala 1994an de di bin çavan de bi îşkenceyê hatibûn qetilkirin, daxwaza edaletê hat kirin.

Çîroka Işik û Duşunmez wiha ye: “Mehmet Işık û Mahir Düşünmez, ji bo sersaxiya xizmên xwe yên ku di qezaya trafîkê ya li Bendava Zernekê de jiyana xwe ji dest dabûn, diçin gundê Çilikê yê ser bi Beldeya Bajêrganê. Piştî ku ji gund dertên, ji aliyê leşkerên ku kontrola rê dikirin ve demeke dirêj tên sekinandin. Mehmet Işik bertek nîşanî vê rewşê dide. Piştî vê yekê, Mahir Duşunmez û Mehmet Işik li wesayîteke markeya Toyota tên siwarkirin û ji cihê ku nîqaş lê qewimî, tên birin.

Birayê Mahir Duşunmez bûyerê dibîne. Leşkerên di bin fermandariya serçawîşekî bi navê Kamîl de, kesên ku dixwestin li ser bûyerê pirsiyar bikin bi tundiyê ji cihê bûyerê dûr xistin. Birayê Mahir Düşünmez û xizmên Mehmet Işık diçin Tabûra Cendermeyan a Bajêrganê û li wir aqûbeta xizmên xwe dipirsin. Piştî ku çawişekî pispor agahî dide ku Mehmet Işik û Mahir Duşunmez li gundê Kasranê qeza kirine, malbat diçin gundê Kasranê. Lê belê li wir rastî tu şopeke ku qezayek qewimiye nayên.

Girseya ku dîsa li ber Tabûra Cendermeyan a Bajêrganê kom bû, vê carê jî jê re hat gotin ku Mehmet Işik û Mahir Düşünmez bi herika elektrîkê girtine û anîne cendermeyan. Her çend malbatan xwestin ku Mehmet Işik û Mahir Duşunmez ên birîndar bi derfetên xwe bibin nexweşxaneyê jî, Mehmet Işik li ber tabûra cendermeyan û Mahir Duşunmez jî li derdora Tûnelê ya Gundê Dilêzî jiyana xwe ji dest dayî hatin dîtin.”

Piştî daxuyaniyê, neviya Mehmet Işik, Delîla Dara, nameya ku ji bo kalikê xwe nivîsandibû xwend. Delîla Dara got: “Di sala 1994an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê, di yek ji salên herî tarî yên vê xakê de, kalikê min Mehmet Işik sibehekê ji derî derket û careke din venegeriya. Li pey xwe zarokên sêwî û pirsên ku tu carî nehatin bersivandin hişt.”