Heskirina zimên; heskirina dayikê ye
Helbet pişt perdeya wateya vê rojê, ya 15ê Gulanê xwe dispêre dîroka derketina kovara Hawar ê; ku kovar di 15ê Gulana 1932yan de li baytexta Sûriyê Şamê hatiye çapkirin. Cihê kovara Hewarê, di dîroka pêşdebirina zimanê kurdî ya modern de qonaxeke girîng ya destpêka nûjenbûnê ye.

15ê Gulanê, roja cejna zimanê kurdî ye. Kurd, vê rojê ji 2006an ve weke cejna zimanê kurdî pîroz dikin. Ji serê gulana îsal ve bi boneya Cejna Zimanê Kurdî, pir cure çalekî hatin kirin û pêyder pê têkoşîna ji bo zimên berdewam dike. Li bakurê Kurdistanê mebest ew e ku bi van çalakiyan balê bikşînin ser “birîna” zimên ku ji sed salî zêdetir e zimanê kurdî di jêr zext û zordestiya polîtîkayên pişaftinê de ye. Zimanê me, kurdî di astek xeter ya metirsiyê de ye. Nifşên nû di bin xeteriya ku êdî nema bi zimanê dakiyê xeber didin de ye; ev rastiyeke ku niha zimanê kurdî di vê rewşê de ye. Nifşê nû ji sedî 92, bi pişaftinê re rûbirûye. Ji bo netewekê ev xetereyek mezin e, ku ji bo paşeroja me peyda bibe. Hebet zimaneke ev çend xwedî dîrok be, ji bo vegere ser hemdê xwe divê derfetên pêşxistin û bingiha xebatên piralî pêş bikeve. Rê li ber vê xebatê, bê vekirin… Berpirsiyariya her yek ji me di oto-asîmîlasyonê de heye ku pêşî li ber bê girtin. Em vê pergala ku kurdî her rojê li ber tê helandin/şikandin, dikarin bi têkoşînê derbas bikin ku kurdî bibe zimanê jiyanê. Jiyan bi, zimên geş û dewlemend dibe.
Di şert û mercên bi aloz ên roja îro de, têkoşîna ziman û wiha pêşwazîkirina cejna zimanê kurdî, wateyek xwe ya girîng heye. Ji lewra ziman, tenê ne hebûn e; hebûna me bi zimên heye. Ku zimanê me hebe em hen e. Zimanê kurdî ne xisleteke; zimanê 60 milyon, kurde!
Helbet pişt perdeya wateya vê rojê, ya 15ê Gulanê xwe dispêre dîroka derketina kovara Hawar ê; ku kovar di 15ê Gulana 1932yan de li baytexta Sûriyê Şamê hatiye çapkirin. Cihê kovara Hewarê, di dîroka pêşdebirina zimanê kurdî ya modern de qonaxeke girîng ya destpêka nûjenbûnê ye.
Li hêla dinê li Rojavayê Kurdistanê, cejna zimanê kurdî îsal bi aloziya daxistina tabelaya zimanê kurdî, hat pêşwazîkirin. Rejîma demkî ya HTŞê tabelaya zomanê kurdî ya bi avahiya koşka dadweriyê ya bajarê Hisica (Hesekê) anîne xwar. Li dijî vê gelê Rojavayê Kurdistanê, li hember daxistina tabelaya zimanê kurdî, bi yek helwestê rabû ser piya û ev biryar protesto kir. Ciwanan, tabelaya bi erebî ku li ser “Komara erebî ya Sûriyê” nivîsîbû anî xwar! Di serî de li bajarê Hisîça û hema bêje seranserî Rojava, şênî li dijî qedexekirina tabelaya bi zimanê kurdî rabûn ser piyan. Daxwaza xelkê Rojava ewe; ku tabelayên fermî bi herdu zimanan yanî bi “kurdî û erebî” werin nivîsandin. Şêniyên deverê di doza mafê xwe de, bi israrin û gavê bi paşve navêjin. Li Rojava, rageşiya ji bo statuya zimanê kurdî, tevî têkoşîna ciwanan dewam dike. Ziman, ne meseleyeke ku li ser bazarî bêne kirin. Em kurd, neçarin ku di her qadê de ji bo zimanê me bibê zimanê fermî, têkoşîn bidin. HTŞê çi gotiye, ew ne giring e. Ya giring encama têkoşînê ya gelê kurd e. Li hemberî pişaftinê nerazîbûn, çalakî û têkoşîn, ji mafê me yê reway e.
15ê Gulanê tenê ne rojeke ku em zimanê xwe biaxivin, bi bîrbînin û qala kul û gazinên xwe bikin. Di nava civatê de rexne û rexne-dayine bipêş bixin. Ji niha û şûnde ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê, çi pêwîste be em bikin. Texsîr nekin. Ji ber vê pêdivî bi fikrekî kurdî yê hevbeş heye. Bila cejna ziman, 15ê Gulanê ji bo gurkirina vê rewşê bibe destpêkek. Em bi hêza xwe, bawer bikin ku em bixwazin em dikarin bikin. Rêyên kevneşopiya 15ê Gulanê kûr in, xwe bera nava rûpelên dîrokê dane ku ji cejnekî zimên wêdetir e, ji nûve vejînkirina çanda kurdî ye. Ziman, dikare qedera netewekî diyar bike. Ev rastiyêk e. 15ê Gulanê berdewama dîroka kevnar ya vê netewey ye. Ji xeleka binemaliya, dîroka Kurdistanê ye. Bîra me ya hişmendiyê ye. Ji çanda jiyanê ye. Têkîliya li gel, malbata mirovahiyêye. Di cîhaneke wiha xembax û tijî alozî de, her tiştek, jiyan bi zimanê dayikê xweş e! Dema wê ev dem e. Çend xweşe ku mirov; di cîhana têkiliyan de, xwna bi zimanê xwe bibîne, zane, serwext û bextewar bijî. Ji bo kurdekî tişta herî zehmet e ku nizanibe bi zimanê dayikê biştexilê. Ji kerba dil, bi lerizê. Tew nifşê nû, bi kurdî qise nake…
Ji ber di berdewamiya xwe ya bênavber ya têkoşîna azadiyê ev tirs îro derîziye; heya radeyeke ku kêm jî be ruhê netewî pêşketiye. Di vê berdewamiyê de, şahiya jiyanê, rihê neteweyi geş dike. Pirs li ser wêye em ê çawa bikin, ku zimanê kurdî bibe hêlîna perwerdeya biçûkan! Bingiha statuya zimên, bêguman yek ji pêkanîna şertê perwerdeya bi zimanê dayikêye. Em qala bakurê Kurdistanê dikin; îro çend malbat amadene ku zarokên xwe bişînin dibistana kurdî? Dema civakek di heman demê de xwedî li zimanê xwe derbikeve, ew ê ji bo pêşdebirina zimên hijmara kurdîgihên perwerdê zêde bibe. Pêşxistina zimên, meseleyeke ku hemû ferdên malbat û civakê, eleqeder dike. Ziman, pêdiviya mirov ya jiyanê ye. Qebûlkirina hebûna çanda gelekî, bi çareserkirina pirsgirêkên zimên e. Salên dirêj in; li ser zimanê kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê tu carî bi dawî nebûn e. Ev siyaset îrojî, ji her alîve dewam dike. Zimanê kurdî, bi avakirina Komara Tirkiyê ve, bi fermî hatiye qedexekir in… Bi qanûnan navê gund û bajarên Kurdistanê, hatin guhertin…
Ev rastiyeke, rolake mezin ya zimên di çareserkirina pisgireka kurd e heye ku di vê derbare de di aliyê mekezagonan de hin guhertin bên kirin. Li ser zimanê kurdî, hîna jî astengiyên hiqûqî hene, divê ev bêne rakirin. Misogerkirina zimanê kurdî, di destûra bingehîn de wer e bi cih kirin. Bêguman parstina ziman, tinê bi çêkirina mekezagonê pêk nayê; ji bo ziman heskir in, nivîsandin, xwendin û axaftin lazim e. Heskirina zimên, heskirina dayikê ye. Ziman, temsîla hişmendiya mirovê azad e. Zimanê kurdî tinê ne amûreke ragihandinêye, bi serê xwe dîrokek e, çîroka vegotine ya berxwedanêye. Cejna zimanê kurdî, pîroz be!


