Gulistan Kiliç Koçyîgît: Pêdivî bi guhdarkirina banga Abdullah Ocalan heye

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît got: “Divê îktîdar destê xwe lez bigire. Li hemberî şerê li Rojhilata Navîn divê Tirkiye aştiyeke navxweyî ya cidî bike. Ji bo vê jî divê lez bide gavên zagonî.”

1 deqe xwendin
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Pêdivî bi guhdarkirina banga Abdullah Ocalan heye

Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, têkildarî geşedanên dawî li Meclisê daxuyanî da û îşaret bi peyama dawî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got ku banga Abdullah Ocalan ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bû. Bi domdarî anî ziman ku peyama Abdullah Ocalan ji bo pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê girîng bû û çarçoveyeke demokratîk pêşkeş kiriye. Herwiha anî ziman ku bi peyamê re hatiye nîşandan ku ne çek lê siyaset, ne înkar lê lihevkirina demokratîk û muzakere divê esas were girtin. 

‘Divê bang wer guhdarkirin’

Bi domdarî Gulistan Kiliç Koçyîgît got ku geşedanên li cîhan û Rojhilata Navîn careke din girîngiya bangê derxistiye holê û wiha got: “Birêz Ocalan, di peyama xwe de ji bo çareseriya pirsgirêkên tevahiya Rojhilata Navîn perspektîfekê raber dike û armanc aştî û demokrasiya tevahiya herêmê ye. Em tevek dibînin ka li Îranê çi diqewime. Di demeke xetereya ku mudaxileya li dijî Îranê mezintir bibe û li herêmê belav bibe de hewceye li banga birêz Ocalan were guhdarîkirin.” 

Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku Abdullah Ocalan di banga xwe de dixwaze pirsgirêk li şûna şer û pevçûnan bi rêyên diyalog, demokratîk û muzakereyan bên çareserkirin û wiha ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan, ji bo Rojhilata Navîn modeleke demokratîk pêşniyar dike. Ne tenê modelek derxistiye holê, herwiha berpirsyartiya dikeve ser milê dewlet, siyaset, meclis û civakê jî nîşan daye. Lewma divê ev bang bi berpirsyartiyên siyasî, hiqûqî û civakî ve were nirxandin.” 

‘Entegrasyona demokratîk, ferz dike ku Meclis bikeve dewrê’

Gulistan Kiliç Koçyîgît bi lêv kir ku ji bo pêvajo bi tendurist pêş bikeve, êdî dema avêtina gavên pratîk hatiye û wiha axivî: “Ji bo verastkirinên zagonî yên şênber û mayinde bikevin meriyetê, divê yek deqe jî neyê windakirin. Divê mesele li şûna ziman û feraseta ewlehîperest, bi ferasetekî siyasî û zimanê hiqûqê bê bikaranîn. 

Entegrasyona demokratîk, ferz dike ku Meclis bikeve dewrê, partiyên siyasî bêhtir berpirsyartiyê li xwe bigirin û vekirina mîmariyeke hiqûqê ferz dike. Zagonên aştiyê, rakirina astengiyên li pêşiya azadiya xweîfadekirin û xwebirêxistinkirinê, stûnên esasî yên vê pêvajoyê ne. Sedema gelek pirsgirêkên niha em dijîn, nebûna hiqûqa demokratîk e. Di serî de meseleya kurd, divê pirsgirêkên esasî yên Tirkiyeyê ne bi polîtîkayên ewlehiyê lê bi siyaseteke demokratîk û hiqûqê bên çareserkirin. Banga 27ê Sibatê jî îşaret bi vê dike. 

Tu pêvajoyeke ku azadiya jinan esas nagire, yên gotin û çalakiyên jinan tê de tune, nikarin bi ser kevin û pêş bikevin. Lewma jî divê entegrasyona demokratîk, di heman demê de bi feraseteke azadîxwaz, wekhevîparêz û azadiya jinan bê birêvebirin. Divê di sala duyemîn a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ev firsenda dîrokî rast bê bikaranîn. Berpirsyarî, li ser Meclisê û hemû partiyên siyasî ye.” 

‘Xetereya şer li tevahiya Rojhilata Navîn belav bibe’

Gulistan Kiliç Koçyîgît di berdewamiya axaftina xwe de got: “Piştî salvegera yekemîn a Banga 27ê Sibatê, niha jî birêz Ocalan banga duyemîn a 27ê Sibatê kir. Hewceye em 27ê Sibatê bikin 27ê Sibata avêtina gavên zagonî yên demokratîk û hiqûqê. Rêya nirxandina meseleyê ya di çarçoveya demokrasî û siyasetê de ew e ku gavên çareseriyê di çarçoveya hiqûqî de û misogerkirina wê pêkan e. Divê îktîdar destê xwe lez bigire. Geşedanên li herêmê û xetereya şer li tevahiya herêma Rojhilata Navîn belav bibe, ferz dike ku ji bo aştiyeke navxweyî ya rasteqîn a Tirkiyeyê, bilez gavên demokratîk û zagonî bên avêtin.”

Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser rapora Komîsyona Meclisê û wiha dirêjî da axafitina xwe: “Mîna di rapora Komîsyona Meclisê de, divê zagonên pêvajoyê bi awayekî herî lez bînin Meclisê û bibin qanûn. Dixwazin bibêjin ku heta ji bo kesên çekberdane zagonên pêwîst ên ku rê li ber vedikin tev li jiyana siyasî û civakî bibin neyên çêkirin, şertên pêşketina vê pêvajoyê jî nîn in. Herwiha di bangê de dîsa tê gotin ku divê têkiliya di navbera kurd û tirkan de li ser bingeha hiqûqê û wekheviyê be. Ev bang, ji bo tevahiya gelên Tirkiyeyê ye.” 

‘Tenê gel dikare xwe rizgar bike’

Bi domdarî Gulistan Kiliç Koçyîgît îşaret bi 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kir û got ku jin bi çalakî û xwepêşandanan li her derê şert û mercên tê de dijîn nîqaş dikin. Gulistan Kiliç Koçyîgît, destnîşan kir kir ku di nava rojekê de 6 jin hatine kuştin û pirsa “We çi kir?” ji Wezareta Malbatê kir. Gulistan Kiliç Koçyîgît, anî ziman ku wezaretê tu tiştek nekiriye, tevdîr negirtiye, jinan naparêze û bêparastin dihêle. 

Gulistan Kiliç Koçyîgît di axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêkên girtiyên jin û wiha pê de çû: “Ev rewş ji hêla girtiyên siyasî ve hêj girantir e. Di esasê xwe de li girtîgehan sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin û her kesî çav û guhên xwe li vê rewşê girtiye.” 

Gulistan Kiliç Koçyîgît wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di êrişên DYA-Îsraîlê yên li dijî Îranê de zêdetirî 150 zarok hatine kuştin. Armanca DYA û Îsraîlê ne rizgarkirina Îranê ye. Armanca wan ew e ku baxçeyekî bêstrî ji xwe re ava bikin. Rejîma molayan a Îranê, rejîma darvekirinê ye û em baş dizanin ku kurd, muxalîf, beluc û her kesên ji bo azadiya xwe daketî kolanan darve kiriye. Tiştên li Jîna Emînî hatine kirin hêj di bîra me de ne. Bi hezaran kesên daketin kolanan çawa hatin kuştin em baş dizanin. Tenê gelek dikare dewleta xwe rizgar bike.”