Girtiyên li girtîgeha Evînê di çi rewşê de ne?

Girtiyên di girtîgeha Evînê de rewşa wan nayê zanîn. Malbat nikarin der barê rewşa zarokên xwe de agahî bistînin.

1 deqe xwendin
Girtiyên li girtîgeha Evînê di çi rewşê de ne?

Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê derbarê rewşa girtîgeha Evînê de raporek belav kir. Di raporê de wiha tê gotin:“Mehek li ser şerê di navbera DYE, Îsraîl û Îranê de derbas bûye û girtî di rewşek ne diyar de hatine hiştin. Hem ewlehiya girtiyan nayê parastin û hem jî pêvajoya şopandina kar û barên wan jî hatiye rawestandin.”

Di raporê de hat diyarkirin ku niha li girtîgeha Evînê ti berpirsên diyarkirî nemane û ti rayedarek ku ji rewşa girtiyan berpirs be jî tune ye. Di rojên borî de kes û karên girtiyan bi hêviya hevdîtinê çûn girtîgehê, lê derî girtî bû û jê re hat gotin ku kes amade nîne ku bersiv bide.

Di raporê de hat destnîşan kirin ku berê jî ew malbat ji aliyê berpirsên girtîgeha Evînê ve hatine bang kirin, lê heta niha sedemek zelal nayê zanîn. Nebûna berpirsan fikarên cidî li ser ewlehiya girtiyan zêde dike.

Di raporê de tê gotin ku ev rewş di demeke ku behsa dayina destûra hevdîtinê ji bo girtiyan tê kirin de, qewimiye. Lê çavkaniyên agahdariyan diyar kirin ku ev pêvajo li girtîgeha Evînê pir sînordar e û tenê rêjeyek kêm a girtiyan tê de dihewîne. Di rewşek metirsîdar de berdewamkirina vê rewşê, metirsiyê li ser jiyana girtiyan zêde dike.