Gezmîş, Aslan û Înan li ser gorên xwe hatin bibîranîn

Şoreşgerên pêşeng ên Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan di salvegera 54êmin a darvekirina xwe de li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Kesên di bîranînê de axivîn diyar kirin ku dê xwedî li mîrateya çand û têkoşîna wan derbikevin.

1 deqe xwendin
Gezmîş, Aslan û Înan li ser gorên xwe hatin bibîranîn

Pêşengên Tevgera Şoreşê ya Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan di 54êmîn salvegera darvekirina xwe de ji aliyê partiyên çepgir û rêxistinên sivîl ên demokratîk ve li ser gorên xwe yên li Goristana Karşiyaka ya navçeya Yenimahalle ya Enqereyê hatin bibîranîn. Hevberdevka Kongeraya Demokratik a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temelî jî tev li bîranînê bûn. Girseyê di bîranînê de dirûşmên wek; ” Şehidên şoreşê namirin”, “Bijî şoreş bijî sosyalîzm” û “Bijî biratiya gelan” berz kir. Di biranîne de daxûyaniya hevpar hat xwendin. Daxuyanî ji aliyê endamê KESKê Yaşar Polat ve hate xwendin.

Yaşar Polat destnîşan kir ew dê her sê cangoriyên şoreşê jibîr nekin û got ku dê xwedî li mîrateya têkoşîna wan derbikevin.

Piştî daxuyaniyê girseyê bi berzkirina dirûşmeyên ber bi goristanê vê meş li dar xist. Meş li ser gora şoreşgeran bi dawî bû.

Meral Daniş Beştaş di bîranîna li ser goran de axivî û anî ziman ku ew ê xwedî li têkoşîna şoreşgeran derbikevin û wiha got: “Wan ji bo azadiyê jiyana xwe ji dest dan. Ji bo azadî û wekheviyê têkoşîneh bêhempa dan. Her tim ji bo kedkaran û gelan têkoşiyan. Ya dikeve ser milê me berdewamkirina têkoşîna wan e. Israra di sosylîzmê de israra di mirovahiyê de ye.”

Pişte axaftina Meral Daniş Beştaş, Sezaî Temellî axivî û ev yek anî ziman: “Em van şehîden şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin. Têkoşîna wan hê berdevam dike. Em ji mîrateya wan sûdê werdigirin. Em carek din soz didin wan ku em ê têkoşîna wan bi ser bixînin.”

Pişti axaftinan bernameya bîranînê bi dawi bû.