Der barê doza JÎTEMê ya Kerboranê biryara betalkirinê hat dayîn

Piştî biryara beraetê a dadgehê ya der heqê Doza JÎTEMê ya Kerboranê, parêzerên mexdûran serî li îstînafê dan û 1emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind bi hinceta 30 sal di ser dosyayê re derbas bûye, dosya xist.

1 deqe xwendin
Der barê doza JÎTEMê ya Kerboranê biryara betalkirinê hat dayîn

Di 29ê cotmeha 1995an û 8ê adara 1996an de 3 jê zarok 7 kes di binaçvan de hatibûn kuştin û çawişê pispor Bîlal Baitirir hatibû windakirin. 1emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind der heqê “Doza JÎTEMê ya Kerboranê” de biryara “demborînê” da. 

Di 4ê tîrmeha 2022yan de Dadgeha 1emîn a Ceza ya Semsûrê Doza JÎTEMê ya Kerboranê de têkildarî 18 kesan biryara beraetê da. Piştî vê biryarê, parêzerê mexdûran tevî Fermandarê Tabûra Komando ya Mêrdînê yê wê demê Hurşît Îmran, Fermandarê Cendirme ya Kerboranê Mehmet Tîre, Fermandarê Qerekola Cendirme ya Navenda Kerboranê Mahmut Yilmaz der heqê 18 kesan hatibûn beraetkirin de serî li Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Dîlokê da. 2yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Dîlokê, biryara dadgehê “di cih de” dît û daxwaza îstînafê red kir.

Li ser navê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Erdal Kuzu yê ku dosya dişopand, ji bo dozê serî li Dadgeha Bilind da û daxwaza betalkirina biryarê kir. 1emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind bi hinceta 30 sal di ser dozê re derbas bûye, biryara “demborînê” da û dosya betal kir.

Der heqê dozê de

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê di 29ê cotmeha 1995an û di 8ê adara 1996an de welatiyên bi navê Davut Altinkaynak (12), Seyhan Dogan (14), Nedîm Akyon (16), Mehmet Emîn Aslan (19), Abdurrhaman Olcay (20), Abdurrahman Coşkun (21), Hîkmet Kaya (24), Seleyman Seyhan (57) û çawişê pispor Bîlal Baitirir hatin windakirin. Têkildarî van windakirinan tevî Fermandarê Tabûra Komando ya Mêrdînê yê wê demê Hurşît Îmran, Fermandarê Cendirme ya Kerboranê Mehmet Tîre, Fermandarê Qerekola Cendirme ya Navenda Kerboranê Mahmut Yilmaz  der heqê 18 kesan bi sûcê “kuştina bizanebûn” lêpirsîn hat vekirin. Di 30yê cotmeha 2014an de lêpirsîn veguherî dozê û li Midyadê daraz hatin destpêkirin. Piştre bi hinceta “ewlehiyê” darazên dozê ji bo Semsûrê hatin veguehstin. 

Îtîrafa JÎTEMê

Di dosyaya Doza JÎTEMê ya Kerboranê de rexmê ewqas geşedan û îtîrafan bersûc nehatin girtin û bi awayekî serbest hatin darizandin. Mudirê Şaxa Îstîxbaratê ya Cendirme ya Merdînê Muhammet Demîral di îfadeya xwe ya di 6ê hezîrana 2013yan de hebûna JÎTEMê îtîraf kiribû û gotibû: “Wê demê di nava Fermandariya Cendirme ya Merdînê di avahiyekê cuda de bi navê JÎTê hebû, tîma îstîxbarata cendirme bû û ne bi Fermandarya Cendirme ya Mêrdînê bi Fermandariya Îsîtxabaratê ya Amedê ve girêdayî bû. Ev tîm ji 5-6 kesan pêk dihat û vê tîmê kesên sivîl jî bikar dianîn û navên kod bi kar dianîn û xebatên wan veşartî bûn.” 

Dadgehê biryar dabû ku dozgerê wê demê Adem Kul bê guhdarîkirin lê belê bi salan e, tu peywendiyek pê re çênebûye. Di adara 2017an de hate îdîakirin ku “navnîşana wî nehatiye dîtin” lêbelê Kul di 21ê tîrmeha 2016an de li Samsunê di çarçoveya doza Cemaeta Fethullah Gulan de hat girtin. Kul serî li “qanûna poşmaniyê” da û hat tehliyekirin. Rexmê vê yekê hat îdîakirin ku navnîşana wî nehatiye dîtin.

Koornînatên fermî yên cînayetê derketın holê

Di 2yê mijdara 1995an de du zabitname li dosyayê hatin zêdekirin. Di zabitnameyê hate diyarkirin ku li rojhilatê gundê koordînatê (50-51) Dîlanê depoya çekan heye. Fermandariya Cendirme ya Merdînê da zanîn ku koordînatên di zebitnameya 2yê mijdara 1995an ku hestiyê Nedîm Akyon û Davut Altinkaynak hatibû dîtin û koordînatên di zebitnameya 2015an a şikeftên Pekurtê ya gundê Dîlanê heman kordînat in.   

Biryara beraetê

Di biryara dadgehê de 7 welatiyên ku hatibûn kuştin û hestiyên wan di bîrê de hatibûn dîtin wek delîl nehate qebûlkirin. Di biryarê de hat îdîakirin ku ji bo girtina Hayat Altinkaynak û Davut Altinkaynak ê ku bi îşkenceyê li ber çavên dêya xwe hatibû binçavkirin tu “tomarên binçavkirinê nîn in”. Dadgehê destnîşan kir ku der heqê bersûcan de îdîayên hatine kirin razber in û delîlên şênber nîn in û ji ber van sûcên tên îdîakirin biryara beraeta bersûcan da. 

Piştre Dageha Edliyeya Herêma Dîlokê der heqê dosyayê de, biryara beraetê ya dadgeha xwecîhî erê kir û got “biryar di cih de ye”. Herwiha dadgehê diyar kir ku di biryarên hatine dayin de nehiqûqiyek nehatiye dîtin û serlêdana parêzerên mexdûran a ji bo îstnînafê red kir.