Friedrich Merz: Îran DYAyê biçûk dixe
Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz polîtîkayên DYAyê yên li hemberî Îranê bi gotinên tund rexne kir û got: “Şer ‘bê stratejî’ tê meşandin.”

Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz têkildarî rageşiya navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) daxuyaniyên balkêş da. Friedrich Merz xîtabî xwendekarên dibistana amadeyî yên li Almanyayê kir. Merz îdîa kir ku Îranê DYA ‘biçûk xistiye’ û rêveberiya Washington bi rengekî tund rexne kir.
Friedrich Merz diyar kir ku pêvajoya leşkerî ya ku DYA li dijî Îranê dimeşîne, bêyî ku xwe bispêre ti stratejiyan hatiye destpêkirin û got, vê rewşê çareseriya krîzê hîn zehmettir kiriye.
Friedrich Merz îdîa kir ku rêveberiya Tehranê pêvajoya muzakereyê bi pisporî dimeşîne û got, Îranê hevdîtin bêencam hiştin û di aliyê dîplomatîk de DYA di rewşek zehmet de hiştiye.
Merz destnîşan kir ku divê demildest şer bi dawî bibe û diyar kir ku tengasiya li Kendava Hurmuzê di qada enerjiya kûreyî de krîzeke bêhempa çêkiriye.
Serokê DYAyê Donald Trump mutefîkên xwe yên NATOyê sûcdar kiribû ku desteka têrker nadin. Friedrich Merz bersiva vê yekê jî da û bi bîr xist ku beriya şer destpê bike, welatên Ewropayê tev li pêvajoyê nehatibûn kirin. Serokwezîrê Almanyayê got, ew gumanên xwe yên di vê mijarê de rasterast digihîne Trump.
Hefteya bihurî Donald Trump ragihand ku wan agirbesta bi Îranê re dirêj kiriye û ji bo pêşniyareke nû wext dabû Tehranê. Li gorî çapemeniya DYAyê tê îdîakirin ku Îranê pêşniyarek pêşkêş kiriye ku Kendava Hurmuzê ji nû ve veke û şer bi dawî bike.


