Fransa li Hurmuzê amadekariya parastinê dike
Serokkomarê Fransayê ragihand ku welatê wî bi hevalbendên xwe re li Tengava Hurmuzê mîsyonek parastinê amade bike.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron daxuyand ku Parîs, ligel hevalbendên xwe, mîsyonek pêşerojê amade dike ku ‘bi tevahî berevanî’ be da ku ewlehiya tevgera deryayî li Tengava Hurmuzê misoger bike û keştiyên ku di wê tengavê re derbas dibin piştî ‘bi dawîhatina qonaxa herî germ a aloziya heyî”’li Rojhilata Navîn biparêze.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di serdana Kibrisê de got ku Parîs wê di çarçoveya mîsyona ku Yekitiya Ewropayê di 2024an dest pê kiriye de, 2 firkateyan bişîne Deryaya Sor.
Macron da zanîn ku hebûna Fransayê li rojhilatê Deryaya Spî, Deryaya Sor û nêzîkî Tengava Hurmuz wê 8 firkateyan, 2 hilgirên helîkopteran ên amfîbî û hilgirê balafiran Charles de Gaulle, ku niha li nêzîkî girava Yewnanî ya Krîtê li Deryaya Spî ye, di nava xwe de bigire.


