Ferîde Eralp: Şer û destwerdanên emperyalîst ji bo jinan azadî neaniye

Ferîde Eralp, destnîşan kir ku destwerdanên li Rojhilata Navîn wê azadiyê nede jinan, li dijî bazirganiya jeopolîtîk derket û banga helwestek laîk û wekhev kir.

1 deqe xwendin
 Ferîde Eralp: Şer û destwerdanên emperyalîst ji bo jinan azadî neaniye

Endama Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye Ferîde Eralp, diyar kir ku şer û destwerdanên emperyalîst li Rojhilata Navîn ji bo jinan azadî neaniye. Ferîde Eralp, destnîşan kir ku armanca sereke ya van destwerdanan ne demokrasî ye, berevajî petrol, rêyên bazirganiyê û berjewendiyên siyasî ne.

Ferîde Eralp, diyar kir ku polîtîkayên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Îsraîl û hêzên din tu eleqeya wan bi mafên jinan re tune ye û got ku ev hêz dixwazin desthilatdarên ku li gorî berjewendiyên wan in biafirînin û rewşên Sûriye û Îranê bibîr xist.

Ferîde Eralp, da xuyakirin ku divê Tirkiye nebe beşek ji van şeran û got ku divê baregehên NATOyê bên girtin û li dijî bikaranîna baregehên li Tirkiyeyê ji bo êrîşên li dijî gelên herêmê derket.

Ferîde Eralp, anî ziman ku têkoşîna azadiya jinan nayê paşguhkirin, tevgera "Jin Jiyan Azadî" wekî mînakek girîng a berxwedanê bi nav kir. Wê diyar kir ku mafên jinan nikarin bibin mijara bazarên siyasî.

Ferîde Eralp, destnîşan kir ku gelên li Rojhilata Navîn neçar dimînin ku alî hilbijêrin, lê ew ne mecbûr in ku alî hilbijêrin. Ferîde Eralp, got ku azadiya jinan tenê bi têkoşîn û hevgirtina navneteweyî dikare were bidestxistin.a

Di dawiyê de, wê anî ziman ku siberoja herêmê dikare li ser sîstemeke wekhev û laîk were avakirin ku jin tê de bi awayekî çalak beşdar bibin.

ÇAVKANÎ: ANF