Eva Manîa û Polad li Helebê tên girtin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) yên ku bi rêya pevguhertina girtiyan vegeriyan rojavayê Kurdistanê, diyar kirin ku 2 rojnamegerên li Reqayê hatine revandin, li Helebê tên girtin.

1 deqe xwendin
Eva Manîa û Polad li Helebê tên girtin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) yên ku bi rêya pevguhertina girtiyan vegeriyan rojavayê Kurdistanê, der barê 2 rojnamegerên hatine revandin de agahî dan. Şervanan diyar kirin ku 2 rojnamegerên li Reqayê hatine revandin, li Helebê tên girtin.

Li Helebê dîl tên girtin

Li gorî agahiyên ku şervanên HSDê piştrast kirine, rojnameger Eva Manîa Mîchelmann û Ahmet Polad ên ku beriya niha li bajarê Reqayê hatibûn revandin, niha li Helebê wekî dîl tên ragirtin.

Ahmet Polad birîndar e

Der barê rewşa tenduristiya rojnamegeran de jî agahiyên nû derketin holê. Hat zanîn ku rojnameger Ahmet Polad ji dest û zikê xwe birîndar e. Der barê rewşa Eva Manîa Mîchelmann de agahiyên zêdetir nayên zanîn.