Erhan Kaya piştî 31 salan girtî ma hat berdan
Erhan Kaya piştî 31 salan girtî ma, ji Girtîgeha Burdurê serbest hate berdan. Erhan Kaya diyar kir ku heta civak azad bibe, dê di siyaseta demokratîk de israr bikin.

Erhan Kaya piştî 31 salan girtî ma, ji Girtîgeha Burdurê serbest hate berdan. Erhan Kaya dema hat berdan, li pêş deriyê girtîgehê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Girseya ku di pêşengiya TUHAYDERê de li pêş girtîgehê kom bû, Erhan Kaya bi coş pêşwazî kir. Erhan Kaya li vir axivî û diyar kir ku heta civak azad bibe, divê her kes ji bo siyaseta demokratîk têbikoşe û got: “Heta hemû hevalên di zindanê de azad nebin, em nikarin bibêjin em azad in.”
Erhan Kaya, di sala 1995an de li Erziromê hat binçavkirin û girtin. DGMê der barê Erhan Kaya de cezayê muebeta giran birî. Erhan Kaya di girtîgehên Erzirom, Tekirdag, Kayseri û herî dawî li girtîgeha Burdurê girtî ma.


