Em ê li dijî kuştinan sîstema azadîxwaziya jinan ava bikin

Lijneya Rêveberiyên Xwecihî ya DEM Partiyê li Wanê konferansa jinan li dar xist. Hevberdevka Lijneya Rêveberiyên Xwecihî Canan Kebenç Ozkan bal kişand ser parastina kujeran û şerê taybet û destnîşan kir ku heta jin azad nebe, civak azad nabe.

1 deqe xwendin
Em ê li dijî kuştinan sîstema azadîxwaziya jinan ava bikin

Lijneya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a DEM Partiyê, bi şîara “Em bi vîna jinê komunên xwe ava dikin, bi rêveberiyên xwecihî civaka azad dihûnin” li Navenda Çandê ya Berîvanê ya Şaredariya Rêya Armûşê konferansa jinan li dar xist. Di konferansê de pankarta “Em bi vîna jinê komunên xwe ava dikin, bi rêveberiyên xwecihî civaka azad dihûnin” hat daliqandin û dirûşma “Jin jiyan azadî” hat berzkirin. Gelek jin beşdarî konferansê bûn.

‘Sîstema ku kujeran bi bêcezahiştiye diparêze, dibe sedema rûxandina civakî’

Hevberdevka Lijneya Rêveberiyên Xwecihî ya DEM Partiyê Canan Kebenç Ozkan axivî û bal kişand ser şerê taybet û kuştina jinan û got: “Sîstema ku kujeran bêceza dihêle, civakê hildiweşîne. Wekî di bûyerên Rojîn Kabaîş, Îpek Er û Narîn Guran de hat dîtin, kujer tên parastin. Heke di van dozan de gavên hiqûqî hatibin avêtin, ev bi saya têkoşîna jinan çêbûye. Em ê li dijî kujeran, pergala azadiya jinê bi hev re ava bikin.”

‘Li dijî qeyiman em ê xwedî li vîna xwe derkevin’ 

Canan Kebenç Ozkan bal kişand ser serkeftina hilbijartinê û ev yek anî ziman: “Têkoşîna me ya li Curnê Reş bi 3 jinan dest pê kir, îro bi sîstema hevserokatiyê mezin bûye. Gelê Kurd bersiveke zelal da qeyûman û me 78 şaredarî qezenc kirin. Niha dema wê ye ku em li dijî wêrankirina qeyiman, xwedî li vîna xwe derkevin.”

‘Bêyî azadiya jinê, civak azad nabe’

Canan Kebenç Ozkan destnîşan kir ku divê ji bo çareseriya pirsgirêkan polîtîkayên pratîk werin afirandin û wiha got: “Em berpirsiyar in ku civakê demokratîk bikin. Heta jin azad nebe, civak azad nabe. Em hêvî dikin ku rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan û tevahî Kurd azad bibin.”

Piştî axaftina destpêkê konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.