Egtîm Sen wê li ser êrîşa li dijî dibistanê pêk hat lêkolîn bike

Egtîm Sen dê li navçeya Sêwregê der barê êrîşa ku li dijî dibistanê pêk hat 16 kes birîndar bû, lêkolîn bike.

1 deqe xwendin
Egtîm Sen wê li ser êrîşa li dijî dibistanê pêk hat lêkolîn bike

Li navçeya Sêwregê ya Rihayê, kesekî gule li dibistanekê reşand. Di êrîşê de bi tevahî 16 kes birîndar bûn. Ji 16 kesan 10 xwendekar û 4 mamoste bûn. Şandeyek ku Serokê Giştî yê Egîtîm Senê Kemal Irmak û endamên desteya rêveberiyê jî di nav de ne pêk tê, dê li Sêwregê lêkolînekê bike. Piştî lêpirsînê, dê li ber Lîseya Pîşeyî ya Ahmet Koyuncu ya li Sêwregê daxuyaniyeke çapemeniyê bidin.